ŞENGAL – Şêniyên Şengalê bi sedan şehîdên ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê Êzidî pêk anîn, bi bîr anîn.
Di 26’ê Tîrmehê de gel ji bo bîranîna şehîdan li Sûka Kevin a ku komkujî lê pêk hat pêşangeha gel a wêneyên şehîdan da destpêkirin. Bi hezaran kes serdana pêşangeha ku heta 5’ê Tebaxê berdewam bike kir.
Pêşangeha ku bi rojan ji aliyê gel ve hat ziyaretkirin îro bi dawî bû. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, Sûka Kevin dagir kirin û Sûka Kevin hate rûxandin. Sûka Kevin cihekî dîrokî ye ku bi sed salan bi hezaran mirovên ji gelek gel û baweriyan bi hev re dijîn. Piştî dagirkeriyê li vê derê di navbera çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker û gerîlayên HPG’ê yên ku ji bo rizgarkirin û parastina gelê Êzidî hatibûn, pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama têkoşîna awarte ya gerîla û gel de Şengal ji çeteyên dagirker hat paqijkirin.
Sûka Kevin jî ji bo bîranîna tiştên qewimîne û li ser vê bingehê bi sedan şehîdên li vir hatin qetilkirin bi bîr anîn, bi heman rengî hate hiştin.
Gelê Êzidî ku ji ber bawerî, çand û nirxên xwe her tim di bin êrîşan de jiyan dike, îro xwe birêxistin dike, hêza xwe ya parastina cewherî ava dike û li ser bingehê jiyana azad, demokratîk ava dike û didomîne. Li gel hemû êrîşan jî gelê Şengalê dest ji berxwedan û nirxên xwe bernade.