MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ve di meha Hezîranê de salona werzîşê ya bi navê xwedawenda jin Savûşka hate vekirin.
Her roj bi dehan jinên ciwan û jinên wargeha Mexmûrê tên salona werzîşê ya ji bo jinên ciwan li Mexmûrê hatiye vekirin û werzîşê dikin.
Salona ku tê de gelek alavên werzîşê hene ji bo werzîşê û ji bo kesên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene jî wekî cîhê terapiya fizîkî tê bikar anîn.
Endama Komîteya Werzîşê ya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û di heman demê de hîndekara sporê a Salona werzîşê Aynas Kar sedema vekirina salona Savuşka û xebatên rojane, ji ajansa me Nûçe Ciwan re nirxand.
Kar, da zanîn ku salona werzîşê ya ku hat vekirin, ji bo jinên ciwan hem jiyaneke bi tendurist û hem jî wek cihê werzîşê tê bikaranîn û wiha got: “Vekirina saloneke wiha kêfxweşiyeke mezin da jinên ciwan.”
Aynas Kar, anî ziman ku ji ber demsala havînê ev salon di saetên êvarê de vekirî ye û diyar kir ku Salona Sporê ya Savuşka ne tenê wekî cihê werzîşê, di heman demê de wekî cihê kombûn, sohbet, nîqaş û perwerdehiyê jî tê bikaranîn.
Kar, anî ziman ku ew wek komîteyên werzişê bi awayekî berdewam civînan li dar dixin û wiha got: “Bi vî awayî em ji hev nêrînan digirin û hewl didin xebatên xwe hîn zêdetir pêş bixin.”
Aynas Kar, diyar kir ku navê xwedawenda Savuşka li salonê kirine û wiha got: “Savuşka hêza jinê temsîl dike. Em jî dixwazin jin di her qadê de bi hêz û serkeftî bin. Armanca me pêkanîna vê yekê ye.”