REQA- Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan ya Reqayê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên qirkirina çandê yên ku dewleta Tirik a dagirker li dijî çanda Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tîne şermezar kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê berdevka Tevgera Hîlala Zêraîn Semer Cuma ve hat xwend, binçavkirina hunermendên Kurd û êrişên li ser çanda Kurd ên ji aliyê hikumeta faşist a AKP’ê ve tê kirin hat şeremzar kirin. Semer diyar kir ku gel û hunermendên ku awazên azadiyê ne ku hatin binçavkirin, dengê wan li tevahî cîhanê belav bûye.
Semer Cuma got: “Her govendek çîrokek e, her çîrokek e dîrokek e, her dîrokek xwedî hunermend û afrîner e. Dîroka me şaristaniya me ye, siberoja me sembola hebûna me ya. Em ê bistirên. Em ê di destekî de tembûr bi destê din de daholê rakin. Em Kurd, Ereb, Mesîh, Çerkez bi hev re daxwaza serbestberdana girtiyan dikin.
Piştî xwendina daxuyaniyê endamên tevgerê li qiraxa çemê Firatê govend gerandin.