Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Dewleta Tirk Dagirkeriya Xwe Fireh Dike: 9 Baregehên Nû

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Dihokê 184 malbat ji cih û warê xwe bûn. Artêşa dagirker li herêmê 9 baregehên nû ava kir.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
06/08/2024 - 11:47
di nav Başûr, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dewleta Tirk Dagirkeriya Xwe Fireh Dike: 9 Baregehên Nû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî nûçeya Rojnewsê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Xelkê Dihokê ji ber êrişên hewayî û bombardûmana bejahî neçar dimîne ji cih û warên xwe bibe.

Di 15’ê Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hezar leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî li dijî sînorê parêzgeha Dihokê êrişek nû a berfireh ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrişên dagirkeriyê bû sedema gelek karesatên mirovî û jîngehî. Ajansa me Rojnews’ê di vê raporê de daneyên valakirina gund û malan, bombebarankirina cihên niştecihbûnê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker eşkere dike.

Tenê di vê êrişa dagirkeriyê ya dawî de 184 malbat li parêzgeha Dihokê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Lê belê ev malbat ji ber erdnîgariya herêma xwe xwedî rez û baxin, eger em ji bo her malbatekê bi qasî 4-5 donim zeviyên ji rez û bax hesab bikin, dike bi qasî 830 donim zevî ku çavkaniya bi dehan fêkî û zebzeyane.

Dewleta Tirk her wiha tenê di vê êrişa xwe ya zêdetirî du mehin li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêrek û 2 projeyên ava vexwarinê jî bombebaran kirine.

Tenê di van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 74 baregehên dagirkeriyê ava kirine.

Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta Tirk ji baregehên leşkerî yên dagirkeriyê bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.

Derbarê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de, li gorî pêşbîniyên rêxistina Amerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qirker de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin.

Derbarê daneyên êriş û bombebaranên dewleta Tirk de, her çendî ku daneyek rast li ber dest nîne jî, lê li gorî agahiyên ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê ketine destê ajansa me Rojnews’ê, dewleta Tirk a faşîst zêdetirî 300 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji destpêka îsal ve heta niha 13 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Par jî di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên sivîl şehîd bûn û 22 sivîl jî birîndar bûn.

Tevî êriş û bombebaranên dewleta Tirk a faşîst ya yên bi armanca dagirkirin û îlhaqkirina herêma Behdînan û piştre jî tevayî Başûrê Kurdistanê jî ku di encamê de heta niha gelek gund hatine valekirin, welatiyên sivîl hatine qetilkirin, jîngeha Kurdistanê hatiye wêrankirin, lê heta niha hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bi tu awayî bertek nîşanî van êrişan nedan. Berovajiyê bendewariya ku ew bertekan nîşanî dewleta Tirk a qirker bidin, rojane bi rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tînin û li şehadeta welatiyên sivîl yên Kurd temaşe dikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nasnameya Şehîdên Xakurkê hate eşkerekirin

Nivîsa Pêş

Ji Ciwanên Enternasyonalist Daxuyaniya Fermana Şengal’ê

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji Ciwanên Enternasyonalist Daxuyaniya Fermana Şengal’ê

Ji Ciwanên Enternasyonalist Daxuyaniya Fermana Şengal'ê

Jinên ciwan ên Ereb li Reqayê fikrên Rêber APO nîqaş dikin

Jinên ciwan ên Ereb li Reqayê fikrên Rêber APO nîqaş dikin

Manşet

  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.