NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Enternasyonalist ji bo salvegera fermana li ser şengalê daxuyaniyeki niviskî parvekirin.
Ciwanên Enternasyonalist di daxûyaniyê anîn ziman ku rûxmê vê fermanê jî gelê Ezîdî li ser pîyan e. Di heman demê de dane xuyakirin ku “Pêdivî bi zêdetir hevgirtina navneteweyî heye. Taybet jî li dijî polîtîkayên tinekirinê – ji DAIŞ’ê heta emperyalîzmê – hêza gelan a rêxistinkirî û îmkanên çareseriyên demokratîk ên mayînde yên Rojhilata Navîn, pêwîtî bi hevgirtinekî xurttir heye.”
Daxuyanî wuha ye:
“DAÎŞ.. Ev navek e ku ji guhên me yên ji civaka navneteweyî re ne nenas e. DAIŞ, Dewleta Îslamî an jî carinan bi tenê wekî “terorîst” tê binavkirin, yekser weke zilamên ku cilên reş li xwe kirine tîne bîra me, talan dikin, dikujin û di rêya xwe de mirovan ditirsînin. Lê gelo em bi rastî ji vê yekê bêtir dizanin? Gelo em dîroka ax û gelên ku rastî êrîşan hatine û carinan neçar mane di bin pergala siyasî û bîrdozî ya vê rêxistinê de bijîn, dizanin?
Di nava van gelan de civaka Êzidî jî heye. Gelêk xwedî bawerî û adetên bi hezar salan, berî zayîna Hz. Îsa an jî Hz. Muhammed, û îro jî xwediyê kevneşopî û çandên kevnar in. Îro, piraniya wan li Kurdistana Başûr dijîn û pîroziyê li Xwedê û nûnerê wî li ser rûyê erdê dikin: Melekê Tawus. Di herikîna dîrokê de zêdetirî 74 Ferman hatine kirin, ku tenê gelê xwe kêm kirine û koçber kirine. Îro hejmara wan tenê çend sed hezar e, ku gelek ji wan ji welatê xwe dûr dijîn.
Tam 10 sal berê, di sala 2014 de, DAIŞ li Iraqê berfireh bû û ber bi Mûsilê ve çû. Xelk hatin qetilkirin an jî neçar diman ku rêgezên DAIŞê bişopînin. Muzexane û şûnwarên arkeolojîk ên ku ji serdema neolîtîkê mane hatin talankirin û wêrankirin, û DAÎŞ riya xwe ya terorê ber bi çiyayên Şengalê didomîne da ku heman tiştî li ser gelê ku li wir dijîn dubare bike, Êzidiyan. DAIŞ dikeve gundê Sîba Şêx Xidir û pêşmergeyên ku artêşa Barzanî ya PDKê ku wê demê Şengal kontrol kiribûn, gel bêçek dikin û direvin. Êzidiyên ji artêş û çekan bêpar, li hemberî dagirkeriyê berxwedaneke bênavber nîşan didin. Şehadet û biryardariya wan îro jî tê pîrozkirin û bîranîn. Serhildana wan ji bo hişyarkirina gundên derdorê û hişt ku gel birevin û ev saetên giranbuha bi dest xist, di heman demê de peyamek girîng da gelê xwe, ji ber ku hêza parastina xaka xwe pêk anîn û bûn sembola berxwedanê.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Şengalê dagirkirin. Gel hewil dide bireve çiyayan, bi peyatî, di bin tava gurr a Tebaxê de, bê nan û av, di nav de zarok û kal û pîr. Kesên din têne girtin an kuştin, xortên ciwan û kal, bi hezaran têne îdamkirin û dixin gorên komî, jin ji malbatên wan têne qut kirin, têne dabeş kirin û direvînin da ku werin firotin û bi zorê bi leşkerên DAIŞ re werin zewicandin. Gerîlayê HPG’ê û YPG’ê û YPJ’ê yên ji Rojava (Niha bi navê DAANES, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ji bo destekê bidin koçberkirina gel, ji bo vekirina korîdora parastinê ya li Rojava ketin herêmê. Piştî şer û pevçûnên bi mehan, bi alîkariya gel, herêma Şengal rizgar kirin. Heya roja me ya îro jî bi hezaran Êzidî winda ne, di destê DAIŞ’ê de winda bûne yan jî di gorên komî yên winda de nehatine dîtin.
Vegotina dîroka Fermanê tê wateya pêşîgirtina ku kesên din vebêjin, tê wateya naskirina dijminê xwe, tê wateya nehiştina jibîrkirin an înkarkirina wan, mîna rejîma Erdogan, ku heta roja îroyîn înkar dike û nîqaşa li ser qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an qedexe dike. Vegotina dîroka qirkirinê jî tê wateya vegotina dîroka berxwedaniya gelan û bilindkirina pirsa ji nûve avakirinê.
Li hemberî travmaya kolektîf dermankirinek çawa gengaz e? Êzidiyan ji bo ku ji tirsa xwe derkevin, rêyeke şoreşgerî hilbijartine: xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin û çarenûsa xwe bi xwe hilbijêrin, li benda kesên din – weke pêşmerge, dewleta Iraqê – nemînin ku xiyanet li wan bikin û carekê dev ji wan berdin.
Bi pêşengiya paradîgmaya Rêber Apo, di 3’ê Tebaxa 2015’an de, salek piştî qirkirinê, hêzên çekdar ên xweparastinê yên Şengalê û hêzên xweparastinê yên jinan YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Di heman demê de pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk û siyasî hate destpêkirin û di nava 10 salan de gel perwerdehiya çekdarkirina li dijî êrîşên derve hem di warê leşkerî û hem jî di warê civakî de dimeşîne.
Îro bi sedan jinên ciwan tevlî nava refên YJŞ’ê dibin. Li wir fêrî dîroka xwe dibin, li çareyên demokratîk, sosyalîst ji bo astengiyên herêma xwe digerin da ku pergalek siyasî ya azad û exlaqî, li gorî gel, çand û kevneşopiya xwe ava bikin. Jin û gel her ku diçe zêdetir di nava pêkhateyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDS) de tevlî pêvajoya şoreşê dibin. Di rêveberiya xweser de meclîsên vekirî hene û ji bo du salan hev-nûnerên rêveberiyê têne hilbijartin. Her wiha pêkhateyeke tevgera jina azad, TAJÊ, komîteyên çandî û ekolojîk, pêkhateyên xweser ên ciwanan û komîteyên çapemeniyê (wekî ÇIRA TV) hatin avakirin ku li ser gelek mijaran û di gelek qadan de ji bo pêşxistina serxwebûna siyasî ya gel xebatên xwe bimeşînin. Her yek ji van pêkhateyan bi awayekî demokratîk birêxistinkirî ye, bi rêya akademî û projeyên cuda perwerdeya siyasî pêş dixe.
Êzidiyên Şengalê bi dengekî bilind û eşkere diyar kirin ku ew li ber xwe didin, hê jî li wir in û ew ê careke din nehêlin qirkirin were serê wan. Gotina Fermana ku li Êzidiyan hatiye kirin jî tê wateya qirkirina gelê Filistînê. Behskirina van bûyeran redkirina pasîfmayînê û bêdengiyê ye. Hevgirtina navneteweyî ji pêdivî zêdetir e. Li dijî polîtîkayên tinekirinê – ji DAIŞ’ê heta emperyalîzmê – hêza gelan a rêxistinkirî û îmkanên çareseriyên demokratîk ên mayînde yên Rojhilata Navîn.
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê bijî xweseriya gel!
Bijî berxwedana Şengalê! ”