QAMIŞLO- Îro Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û şermezarkirina polîtîkayên tecrîd û izolasyonê yên faşîst, dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber APO tê meşandin û li hemberî vê yekê bêdengiya CPT û dewletên derve , li Qamişlo kom bûn û bi tevlêbûna sedan ciwan û jinan ciwan meşeke girseyî li dar xistin.
Meşa ku li Taxa Osman Sebrî destpê kir, li stadyûma 12 Adarê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Dimeşê de jinên ciwan ên Hesekê jî amadebûn.
Di meşê de pankartên wêneyên Rêber APO û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin rakirin û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok APO” hatin berzkirin.
Her wiha Jinên ciwan bi dirûşma “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin û têkoşîn û berxwedana gerîla ya serê çiyan silav kirin.
Dema meş gihişt Stadûma 12 Adarê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Medya Halîl ve daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê weke jinên ciwan li dijî esareta ser Rêber APO bi awayekî herî bi bandor li ber xwe bidin ûtebikoşin û got, “Çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn bi Rêber APO re ye.”
Berdevka Jinên Ciwan diyar kir ku jinên ciwan azadiya xwe di azadiya Rêber APO de dibînin û got, “Em evîndarê fikrên Rêbertiyê ne. Em dixwazin bi Rêbertiya xwe re xeyalên xwe yên azadiyê pêk bînin.”
Medya Halîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk bînin wan xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêber APO perwerde dikin û ew ê li ser vê bingehê xebatên xwe bidomînin.
Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” bi dawî bû.