REQA- Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê têkildarî nîqaşkirina fikrên Rêber APO û rola wan di rizgarkirina jinan de li ser asta kantonên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li Navenda Çandê ya Reqa semînerek lidarxist. Di semînerê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan a her 4 kantonên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar bûn.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Dêrazorê Suha El Seîde bixêrhatina beşdaran kir û got: “Rêber APO rêberê Şoreşa Jinan e. Ew ji bo jin azadiya xwe bi dest bixin têkoşerê yekemîn e û niha di girtîgeha Îmraliyê de ye.”
Suha wiha domand: “Rêber APO bi fîzîkî ragirtî ye, ji ber ku fikir û felsefeya wî di her xort û keçekê de şopên azadiyê çandî ye.”
Piştî axaftinê beşdarwanan li ser esasê mijarê niqaş kirin. Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed axivî û got: “Ciwan û jinên ciwan bi taybet rola xwe ya bingehîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir. Îro jinên ciwan di civakê de xwedî rola mezin in. Mîna Rêber APO gotiye, ˊMe bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevinˊ. Ev jî diyar dike ku ciwan bi taybet jinên ciwan dara piştê ya avakirina civakeke demokratîk e.”
Her wiha hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Dêrazorê Îbtîsam El Mihemed axivî û got: “Em ciwanên Dêrazorê bi tiştên me pêk anîne, serbilind in. Me fikrên Rêber APO nas kir, ev jî ji bo me serkeftineke mezin e.”
Her wiha endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Tebqayê Rewda El Elî axivî û got: “Fikrên Rêbertî, fikrên pir mezin in, fikrên wekhevî, demokrasî û şaristandiyê ne.”
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser analîzên Rêber APO hat pêşandan.
Bername bi sloganên ku ji bo Rêber APO hatin berz kirin bi dawî bû.