BEHDÎNAN-
SEMA CÛDÎ NIVÎSAND;
Pêngava 15 Tebaxê, ji faşîzma 12 Îlon’ê ya ku bi sêdarkirina mirovan, zindankirina azadîxwazan, qirkerî, rewşa awarte ya faşîstan re bû bersiva herî şoreşgerane. Ji ber derveyî vê tu bijarteyekî din jî tûne bû. 15 Tebax’a 1984 li Erûh û Şemzînan yekemîn fişenga li dijî dagirkeriya faşîzane û ixanetkariya Kurd, paşverûtî hate teqandin, ev pêngav bi ruhê berxwedana 14 Tîrmehê ya zindana Amedê, bi ruhê serkeftinê destpêkir û pêngaveke tolhildana ji dîroka qirkeriyê, tolhildana şehîdan, rêya tevgera azadiyê behtir teqez kir û baweriya Kurdên azadîxwaz zindî kir. Pêngava 15 Tebaxê bû dîrokekî nû ya şerê mirovên azadîxwaz ku îro ji hemî Kurd, Tirk, gelê Rojhilata Navîn û hemû mirovatiyê re bûye cihê hêviyê. Tevgera me ser şopa heqîqetê ya ku Rêber APO despêkir îro bi berxwedana ku li Imraliyê dide meşandin dewam dike û berxwedana bê hempa ya ku li çiyayên azad, li Zapê, Metîna, Avaşîn, Xakurkê te meşandin mûhra xwe li dîroka mirovahiyê dixe û dibe dîrokek ji agir.
Em werin ji xwe bi pirsin, tevgera PKK ê Tevgereke azadîxwaze, Azadiya jinê esasê hemû azadiyan esas girt, rola jin di despêka vê dîrokê de çawa despê kiriye û herikiye roja me ya îro?
Rêber APO di bingeha sazkirina birdoziya tevgera şoreşger de azadiya jin rêgezek sereke ya guhertin û veguhertinê de esas girt, di vê demê de, wekî ku tê zanîn di Kûrdistanê de pêla ciwanan ku bi şoreşên 1968 û tevgerên rizgariya netewan, tevgerên çep bandor bûyî li pêş bû. Vê yekê jî hişt ku ji beşên herî zane û xwendevanan tevlî tevgera Apoyî bibin, ser vî esasî bi avakirna grûpên îdeolojik yên despêkê de jina Kurd jî ser van esasan cihê xwe girt, gav bi gav tekoşîna azadiya netew û tevgera azadiya Jin de pêşket û her çû hejmara tevlîbûnan zêde bû.
Dîroka rastiya xwebûnê bi Rêber APO re despêkir, bi grûpa îdeolojik re, bi hejmarek kêm be jî, hevalên jin cihê xwe di nava grûpê de wekî ku kadroyên îdeolojîk cih girtin û rolek şênber lîstin. Wekî ku nûnerên alanê Fatme û rêheval Sara tevlî kongira avakirina PKK jî bûn. Lê belê bi berxwedana zindana Amedê, taybetî rola Rêheval Sara (Sakîne Cansiz) ya di berxwedana Zindana Amedê de rola jin behtir û xûrtir teyisî her çar parçên Kurdistanê. Bi vî awayî berxwedana jin bû destanekî li ser zimanê civakê û bu cihê ilhamê ji jinên kurd re ji bo şoreşgertiya azadiyê. Vê yekê hêz û azima Jin mezin kir zêdetir berê wê da tevlîbûnan û li hember hemî paşverûtiya ku dagirkeran ferzê civaka kurd kiribû tekoşiya û berê xwe da çiya.
Bê guman derketina jin ji çiya re wekî roja îro ewqasî jî ne hêsan bû.
Ser rastiya ku Rêber APO avakir û qehremantiya ku di Zindana Amedê de teqîna mezin çêkiriye de, jinên ciwan ji bo derkevin çiya bi her awayî zehmetî dan ber çavên xwe, li hember zîhniyeta bavik salarî, kevneşopiya tunekirina xwebûna jin, rejîma malbat, oldarî û serweriya qalibên ku sîstema mêr ferz kiribû, dijî zihnê jina kole, Jinê serî hilda û meşa azadiyê de bi israrekî mezin, bi cesaret gavên yekem avêtin. Bê guman bi vê tevlîbunê jin ji sîstema baviksalar hêsanî jî rizgar nebû. Rastiyeke din jî, bi derbasbûna jin din ava refên şoreşê de, Jin rastî gelek astengiyên hişmendiya zilamsalarî û kevneşopiya hişmendiya serdest jî hat. Gelek pêvajoyên bi êş jî ji bo azadiya welat û jinê jiyan. Ev zehmetî hem ji milê mêrê xwedî zihiyeta serdestiyê , hem jî milê Jina ku xwe ji hişmendiya zilamsalari xilas nekiri ve jiya. Bi kedek û fedekariyeke mezin ku gelek berdêlên wê jî hate jiyîn, jinên ciwan rûxmî hemî zehmetiyan û bi hejmar kêm ya nava gerila de xwe gîhandin pêngava 15 Tebaxa 1984 an.