NAVENDA NÛÇEYAN-
DILZAR DÎLOK:
Mirovahiya cîhanê ji roja ku bajêr, dewlet û çîn hat ava kirin û hetanî niha di nava şer de ye. Şerê Cîhana 3’emîn a ku em îro di nav de ne jî, şereke ku li dijî jinan û civakê tê rêvebirin. Wekî ku Rêbertiya me bi girîngî û bitaybet destnîşan kirî, divê jin tenê û tenê bibe ya xwe û pêwîste ji bo vê jî xwe biparêze. Ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bike hewceye ku xwe biparêze. Ji bo ku biwate jiyan bike û vê jiyanê bi nirxên jin ve ava bike lazime xwe biparêze. Di vê wateyê de bi danezanek hevpar ve a di meha Nîsanê de KJK û PAJK’ê banga rêxistin kirina xweparastinê, mezin kirina şoreşê û serxistina şoreşê li hemû jin, rêxistinên jin kir, çalakiyek wateya wê mezin bû. Pêvajoya Şerê Cîhanê ya 3’emîn, afirandina wan qeyranan sîstematîze dike, berdêla wan qeyranan bi civakan dide razandin hegemonyayê li herêmê ava dike. Qeyran diafirîne û dibêje ez ê çareser bikim.
Çûyîna Iraq û Efganîstanê ya bi armanca ‘ez ê demokrasiyê bînim” a Emerîkayê wiha ye. Di eslê xwe de dayîna mînakeke rojane wê hê baştir be. Dewleta Tirk a qirker bi saziyên xwe ve, bi pêkanînên xwe yên faşîst sîstematîk ve li dijî gelê Kurd qirkirinê pêktîne. Enerjiya ku ji xweza, çavkaniyên Kurdistanê bidest dixe nade Kurdan, wî bixwe şewata ku digotin ji dîrekên kehrebê rûdaye derxistiye ê ku neçû şewatê bitefîne ew bixwe ye – ku hefteyek beriya wê ji bo şewata li daristana Çanakkalê pir hêz-derfet xistibû dewrê ku rast bû- yê ku kesên dixwestin şewatê bitefînin nexistî qadê, rê girtî ew bixwe ye û dîsa yê ku mirina mirov-heywanan temaşe dikir ew bixwe bû, lê yek jî yê ku dixwest biçe sersaxiyê rûne jî ew bixwe bû. Bêguman êdî Kurd gurên ku libas guherî bi gur re dixwe û bi şiwan re digirî nas dike. Gelê me bi awayek pir baş walî û cendirme ji cihê sersaxiyê qewirandin. Hetani derketina kesê dawî jî hemû berteka xwe danî holê. Şerê Cîhanê yê 3’emîn bi vê mantiqê ve dixebite, bi derxistina qeyranê re bêaramiyê çêdike lê xwe wek afirîner-mîmarê aramiyê nîşan dide. Piştre jî dema ku xwe vedikişîne li holê xirbe dimîne. Dîmenên mirovên ku piştî Emerîka ji Efganîstanê xwe vekişandin şûnve derketin holê û tabloyek ku dîroka mirovahiya cîhanê, tevgerên azadiyê ji bîr nekin derxist naverastê ku berdêla wê jî herî zêde jin didin. Her qada jiyanê vegerandin qadên ku ev qeyran hebûna xwe bidomînin.
Talana xwezayê pirsgirêka ekolojîk mezin dike. Dewlemendiya hê zêdetir a dewlemendan, kendalên çînî kûr dike. Medyaya dîjîtal û cîhana ragihandinê piştî gotina bisêhr a ‘xwe gihandina agahiyan’, ji hemû mirovahiyê tişta ku dide hê zêdetir distîne, mirovahiyê ber bi rûxandinek exlaqî ve dibe. Dest bi guhertina avaniya mejiyê mirov kir. Bêguman civak û jinên ku cewher, xwe û rastiya xwe winda nakin, jiyan kirina bi wan pergalên wiha ve qebûl nakin. Ji ber vê sedemê ye ku tekoşînên li dijî pergalê cur be cur dibin. Her çiqas Şerê Cîhanê yê 3’emîn bi salên ‘90’an re destpêkiri be jî bi sala 2023’an re lez û bezî qezenç kiriye. Nekarîn şerê Surî xelas bikin, vegeriya qadek ku dêwên cîhanê şantajên xwe parve bikin. Kurdistan jî tamdi nava vî agirî de cihe xwe digire. Şerê Rusya-Ukraynayêbi hemû tundiya xwe ve birastî bi hemû bêwateyiya xwe ve didome.
Dîsa şerê tirsnak a ku HAMAS’ê da destpêkirin û ji Îsraîlê re jî bû fersendek mezin, didome. Şerê Ermenîstan-Azerbaycanê heye. Li Efganîstanê anîna li ser desthilatdariyê ya Talîbana ku dijminê jin û civakê, êrîş- darbeyên leşkerî yên ku timî di parzemîna Efrîqayê de tên jiyan kirin, di serî de welatên Abya Yala di gelek welatên cîhanê de; veguhestina partiyên faşîst a li ser desthilatdariyê, dîsa welatên wekî Lubnan, Iraq, Yemen, Sudanê jî bûne welatên ku şer xelas nebin. Di cihê ku şer hebe de qetlîam hene, cihê ku şer hebe xizanî, rûxandina ekolojîk, qetlîama xwezayê û qetlîama kedê heye. Di cihê ku şer hebe de tecawîz, fihûş, tiştên xerab hene. Û ew hemû dibin pêvajoyên ku jin herî zêde bên qetil kirin, bên tepisandin û bikevin pozîsyonek ku ji çîna duyemîn hê paşdatir. Di navenda hemûyan de jî jin heye.
Dîsa li hemberî qeyranên hîn kûrtir jî dema ku Rêber Apo pergala konfederal datîne holê, pergala neteweya demokratîk ava dike, binavê rehendan sernavek vekir, dîsa danî holê ku dibe ku li ser bingehê pêdiviyan rehend zêde bibin. Dema ku em jî pergala xwe ava dikin ava kirina wan rehendan û li ser vê bingehê rêvebirina xebatên me yên ava kirina civakî esas digirîn. Hîna qadên ku rehendên wan nehatin ava kirin jî hene, qadên ku rehendên wan heyî lê naveroka wan biawayek têrker nehatin tijî kirin jî hene. Yanê me pergala xwe ava kir, em di gelek qadande rêxistinkirî ne, lê ev têra ava kirina pergala konfederala demokratîk nakin. Rewşek welê heye. Em ji aliyekê ve bi bermahiyên 5 hezar salan ve mijûl dibîn, ji aliyek din ve xwe ava dikîn, hewl didîn di xwe de, yekoyek di kesan de, di gelê me de, di jinan de şoreşa zîhniyetê biafirînîn, rêxistina jinan pêşbixînîn, ji aliyê din ve jî wek kêlî, rojane bi êrîşên modernîteya kapîtalîst re, bi êrîşên qirkirinê ve mijûl dibîn. Bêguman ev faktor in, lê giştî ne sedem in. Bi wan re aliyên lewaz jî hene. Mînak xebatên me yên perwerdehiyê di rehenda girîng de ne. Perwerdeya civakê heye lê ne têrker e.
Xweseriya her qadê heye, rewşek cuda ya her parçeyê heye. Dîsa xebatên çandê hene lê di her qadê de ne welê ye, berhem jî hene. Pirsgirêka ava kirina eqlê jin, bi eqlê jin ve bi dilê jin ve çêkirina berheman heye. Di feraseta estetîkê de pêdiviya cidî ya şoreşê heye. Qadek estetîkê ya ku vegeriya êrîşa li ser jinan heye. Ez vêya di wateya biyolojîk de nabêjim. Di têgihiştina estetîkê de mayîna bi bandora pergala serwer heye. Di eslê xwe de nikare bê gotin ku feraseta estetîka nû pêkhatiye. Ji ber vê yekê ne afirandina şêwazê, ne afirandina ekolê jî heye. Dîsa jinan di qada siyaseta demokratîk de qonaxên girîngbidestxistin. Wek tê zanînpergala hevserokatiyê pir zêde bûye. Rêber Apo pergala hevserokatiyê pêşxist, îro pergalek ku gelek rêxistinên sosyalîst esas hildan hat afirandin. Lê di naverok tijî kirinê de kêmasî hene. Ji bilî vê êrîşên serweriya mêr û pirsgirêka ne hezm kirinê heye. Di jinê de, pirsgirêkên pêşxistina eqlê jin jî heye. Lê li gel her tiştî jî di rewşa heyî de qadek girîng a siyaseta demokratîk hatiye avakirin.
Mijara ku tevlî hewayna wan hemûyan bû xweparastina jinan e. Di wekî nebe nabe de ye. Di vê wateyê de danezana xweparastinê ya ku KJK-PAJK’ê weşandin, di rêya ku tê meşandin de ronahiyeke. Di rê de zehmetî, astengî zêde ne, wê kemîn jî çêbibin, lê ya girîng ew e ku divê ronahiya wê neyê windakirin. Wekî ku di mînaka DAIŞ’ê de jî hatî dîtin pergalên serwer tarîne. Zîhniyeta tarî diafirînin, çavan kor, guhan ker dikin. Ne hêsane ku mêran ji nîmetên ku dixapîne yên serweriya hezar salan dûr bixîne. Li dijî wan pêdivî bi azadiyê, ronahiya di pêşengtiya jinan de heye. Ji bo vê jî wekî ku di danezanê de hatî destnîşan kirin, divê Rêbertî esas bê wergirtin û azadiya wî bixîne navenda xwe. Divê bê zanîn ku bidestxistina azadiya xwe jî bi xebat û serxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve pêkan e. Rêbertî diyar kiribû ku ji bo azadiya jinan qasî Prometeusan berdêl daye. Pêwîste ev şer bê fahm kirin, ev şer bê hîs kirin û bê zanîn ku Rêbertî kêlî kêlî di cihê herî dijwar a vî şerî de ye, divê ev rastî kêliyekê jî neyê jibîr kirin. Encax dikare bi vê hişmendî û pratîkê ve pêngavên jin bûyînê biavêje. Em dikarin derfetên jiyana azad di pêşengtiya jina azad de ji bo mirovahiya cîhanê biafirînîn. Em bi vê wesîleyê ve wek jin hez kirin, hûrmet û bêrîkirinên xwe ji Rêber Apoyê ku hebûna me gihandiye zanebûnê, wekî ku ruh dabe ceset û wate dabe madeyê, pêşkêş dikin.
Ez girêdayîna xwe ya ji şehîdên me yên ku ev nirxên pîroz afirandin û soza xwe ya layiq bûnê dubare dikim. Ez li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Ez fermandar û şervanên YJA-Starê yên ku zanebûna xweparastinê di lûtkeyê de jiyan dikin, di xeta Rêbertî de pêkanînê esas digirin, ji bo vê jî di zirûfên herî zehmet de tekoşîna azadiyê kêlî kêlî didin, birêzdarî silav dikim. Ez hevrêyên me yên şervanên azadiyê yên ku bawerî pê tînin wê di bin fermandariya jin de azad bibin û dîsa bawerî pê tînin ku şerê mêran destpêkirî wê jin xelas bikin jî, silav dikim. Qezençkerê vî şerî jin in. Ji ber ku dema jin di vê jiyana zehmet û ezmûnên azadiyê de derbas dibûn hêza şer û îradey mezin qezenç kirin. Pêngavên civaktiyek nû hatin avêtin. Di Kurdistan û Rojhilata Navîna ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn herî zêde tê jiyan kirin de şer kirin, bi hîs-fikrên herî bedew ve û bi hestên herî paqij ve beşdarî demên herî dijwar ên şer bûn û xwe cewherî tevî kirin. Û bûn nîşaneya serkeftina me ya teqez.
* Ji kovara meha Tîrmeh’ê ya Serxwebûn hatîye girtin.