NAVENDA NÛÇEYAN-
CEMÎL BAYIK;
Me Ciwan Dest Pê Kir Û Em ê, Ciwan jî Temam Bikin
Derketina vê tevgerê di dilê dagirkeran de li Enqerê, di nav xwendekarên zanîngehê de çêbû. Di nav zarokên Kurd ên herî xizan û feqîr de çêbû, di nav têkoşîna li dijî faşîstan de çêbû. Çi li dibistanan, çi li taxên Enqerê Tuzluçayir, Abîdînpaşa û Mamak, li wan deveran çêbû. Ji bo wê bû tevgereke ciwanan, wer çêbû û pêş ket. Rêber APO wê her tim jî bixwaze ku ev tevger ciwan bimîne û wê ji bo vê jî kar bike. Ji bo ku xwe ciwan bihêle, wê tevgerê ciwan bihêle û wê timî ji bo wê têkoşînê bide. Wê nehêle ku tu caran di vê tevgerê de kalbûn çêbibe ango wê nehêle ku ji hêza çareseriyê bikeve. Ji ber dema tu kal bûyî, tu bêruh dibî, ji hêza çareseriyê dikevî û tu nikarî pirsgirêkan çareser bikî. Pirsgirêkeke hinde mezin heye, pêwîst e tu çareser bikî û ji bo ku tu çareser bikî jî pêwîst e tu ciwan bimînî.
Ciwantî fedakarî ye, cesaret e.
Ciwantî, timî li pey tiştên nû bezîn e û xwe her tim zindîkirin e. Ciwantî, qebûlnekirina zilm, zor û bêedaletiyê ye. Ciwantî, bêberdêl û bêhesab xwe tevlîkirin e. Ciwantî, xwe ji bo azadiyê û gel bi temamî helandin e. Ciwantî, dînamîzm, enerjî, afirînerî, înisiyatîf, pakbûn e û hîn gelek taybetmendiyên baş yên ciwantiyê hene. Eger te, xwe li ser van taybetmendiyan çêkir tu dikarî pirsgirêka Kurd çareser bikî. Eger Rêber APO timî dîqet kir ku xwe û tevgerê ciwan bihêle ji ber vê bû. Rêber APO di vê mijarê de wê bêje: “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan berdewam bikin û em ê ciwan jî temam bikin.” Ev rastiya vê tevgerê, rastiya Serokatiyê ye. Yê ku di nava vê tevgerê de be, wê vê ji bo xwe esas werbigre. Niha ez vê ji bo xwe esas werdigrim. Ez timî kar dikim ku di kar de nekevim, bêruh nebim ku ji hêza çareseriyê nekevim. Têkoşîna min hemû jî ji bo vê ye.
Wextekê em li Şamê bûn. Partiya Komunîst a Sûriyê (PKS), PKI û Celal Talabanî em dawetî malê kirin. Ez û Serokatî em çûn wê derê, xwarin, sohbet û alkol, jixwe em alkolê venaxwin. Serokatî got: “Em ê çi bikin?” Min got: “Em ê îdare bikin. Wê niha ew vexwin û serxweş bibin. Em jî venaxwin.” Û me wer jî kir. Ebû Cengo hebû. Wê demê berpirsiyarê Polîtburoya Komunîstên Sûriyê bû. Paşê jî bû dostê me. Çûye ser dilovaniya xwe. Çenteyek pê re hebû, min pir meraq dikir. Min digot, gelo di vî çenteyî de çi heye, ji ber berpirsiyarê polîtburoyê jî bû.
Rêbertî Keniya
Hînekî wext derbas bû. Min dît çentê xwe vekir. Pîjamayê xwe jê derxist li xwe kir û xwe li wir dirêj kir, xew kir. Ango di çente de pîjama heye û li ku derê xewa wî tê li wir radizê. Wexta em vegeriyan hatin malê hîn em nû ketibûn hundir, min ji Serokatî re got: “Dixwazim pêşniyarekê bikim. ” Serokatî jî ecêbmayî ma ji ber hîn em nû ketine hûndir û şev e. Got: “Çi ye?” Û pir jî meraq kir. Min got: “Pêşniyara min, di rêveberiya navenda partiya me de dema ku temenê hevalan bû çil û pênc sal, bila di wê wezîfê de nemînin.” Serokatî got: “Çima û vê şevê ev ji ku derê derket?” Min got: “Ebû Cengo, pîjamayê xwe ligel xwe radike û xewa wî li ku derê tê, li xwe dike û li wir radizê. Wê ew çi ruhî bide partiya xwe û wê ew partî çawa bi ser bikeve û pêş bikeve? Ew berpirsiyarê Polîtburoya Komunîstan e. Ji ber vê ez naxwazim PKK jî wisa bibe. Loma ez dixwazim ku eger hevalek çil û pênc sal derbas kir di rêveberiya navendî de nemîne.” Rêber APO keniya. Min henek nedikir.
Di Kongreya Pêncemîn de min ew ji bo hevalan anî rojevê jî. Min got: “Em di kongreyê de biryarekî wiha derxin.” Heval qebûl nekirin û loma jî neanîn pêşiya kongrê. Dibe ku çil û pênc ne temeneki zêde ye ango mirov dikaribû asta temen hinekî din bilind bikira. Îro jî fikra min li ser vî esasî ye. Pêwîst e PKK, ji hêza çareseriyê nekeve ku karibe hedef û armancên xwe pêk bine. Ev jî li ser milên dilxwazên vê tevgerê ye.