BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSM Ji bo hemû fermandar û şervanên li Herêmên Berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê daxuyaniyekî nivîskî weşand û wuha got “Bi pêşengiya fermandarê me yê mezin rêheval Egîd ev çalakiya bi serketî ji bo silavkirina 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet hate lidarxistin, çalakiya we watedartir kir.”
Daxuyanî wuha ye:
Ji bo hemû fermandar û şervanên li Herêmên Berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê!
Rêhevalên hêja!
Ji 3’ê Tîrmehê ve li dijî Herêmên Berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê êrîşeke dagirkeriyê ya nû hate destpêkirin. Di meha dawî de li dijî êrîşên hewayî û bejayî yên artêşa dagirker asteke diyarkirî hate dayîn û çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Tevî îmhakirina vînç û wesayitên zirxî, hedefgirtin û lêdana hêz û wesayitên leşkerî yên ku li ser xeta rê li ber dagirkeran dihatin, 10 û 16’ê Tîrmehê 2 helîkopterên Skorsky yên artêşa Tirk bi taktîkên afirîner hatin xistin. Ev çalakiyên ku di şêwaz û taktîkan de kûr bûne û bandora şêwaza şerê tîmên pispor ên serdema nû nîşan didin, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di êvara 6’ê Tebaxê de, pêşî li yekîneyeke dagirker a li herêma Berxwedana Girê Bahar hate kontrolkirin, piştre bi tîmên koordînekirî yên gerîla re li qadê kemîn danîn û derbeke xwarê lê xistin. Di vê çalakiyê de fermandarê payebilind ê yekîneya dagirker jî di nav de 14 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker bi giranî birîndar bûn û bi vî rengî yekîneya dagirker hate tasfiyekirin. Vê çalakiya serketî careke din nîşan da ku taktîkên gerîlayên serdema nû û şêwaza şerê tîmên pispor dema ku li ser bingehek rast were sepandin çiqas bi bandor in. Bi pêşengiya fermandarê me yê mezin rêheval Egîd ev çalakiya bi serketî ji bo silavkirina 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet hate lidarxistin, çalakiya we watedartir kir.
Em hemû tîmên pispor û leşkerên ku di meha dawî ya şer de tev li çalakiyan bûn, xistina 2 helîkopteran û çalakiya dawî lidar xistin, ji bo serkeftinê pîroz dikin. Em di rojên Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de dijîn, em bawer dikin ku hûn ê bi ruhê fedaî û şêwaza serketinê ya Egîdan serkeftinên mezintir bi dest bixin û bi hestên şoreşgerî yên herî samîmî hemû hevalan silav dikin.
8 Tebax 2024
FERMANDARIYA NAVENDA PARASTINA GIŞTÎ