NAVENDA NÛÇEYAN-
“Vejîn her tişt e.
Ew rastiya piştî êşa hebûnê ye.
Her tişt pê dest pê dike; Carinan pitik çavên xwe li jiyana bi dayika xwe re vedike, carna jî fikir, yekîtî û berxwedan e ku çavên gel bi Rêbertiyekî re vedike.
Carinan dibe Xwedawenda ku hemû zincîreyan dişkîne û azadiyê tîne dinyayê. Vejîn dibe Jiyan.
Vejîn Jiyan li Cizîra Botan, mala qedîm a vejîn û berxwedanê hatiye dinê.
Di zarokatiya xwe de ji ber gelek tevlîbûn û şehadetên malbata xwe, PKK nas kir.
Di sala 2015’an de dewleta Tirk a faşîst li dijî Bakurê Kurdistanê û bi giştî herêmên parastina Medyayê êrîşek berfireh da destpêkirin.
Li hemberî van êrîşan ciwanên Kurdistanê helwesteke dîrokî nîşan dan, li gelek bajaran xendek kolandin û bi berxwedanê cih girtin.
Şehîd Vejîn Jiyan yek ji şahidên herî nêz ên vê destanê ye.
Dibe şahidê bingehîn ê îrade, bşryar û israra APO’yî ya ku hatiye nîşandan.
Hemî van taybetmendiyên ku ew şahidî dike rêya wî diyar dike.
Ji bilî bûyîna Zîlan, Bêrîtan û Viyan li ser şopa xwedawendan, ti rêyeke din a vê yekê nîne.
Û bi hemû dilpakiya xwe, bê dudilî vê rêyê hildibijêre.
Vejîn Jiyan ku di sala 2015’an de tevlî berxwedana Rêveberiya Xweser a Bakurê Kurdistanê bû.
Weke jina ciwan a Cizîrê li dijî her cure dagirkerî, hovîtî û siyasetê derdikeve.
Di berxwedana ku tê de cih digire de şahidiya rastiya dijmin dike. Li hemberî wehşeta herî dawî di sala 2016’an de hat kirin bêdeng neman û bi refên YPJ’ê tevlî şoreşa Rojava bû.
Piştî tevlîbûnê, di nava Komalen Ciwan de di nava xebatên ciwanan de cih girt.
Di demeke kurt de xwe perwerde dike û dibe milîtanekî APO’yî.
Di serî de Şengal û Rojava li gelek qadan xebatan dimeşîne.
Piştre di nava refên YPJ’ê de têkoşîna xwe didomîne.
Ciwanên Kurd û Ereb perwerde dike û hişmendiya civakî di wan de çêdike, wan dixe nava têkoşînê.
Bi biryardarî û wêrekiya xwe ya di têkoşîna azadiyê de di her kêliya jiyanê de gelek erk û berpirsyariyên girîng digire ser milê xwe.
Weke jineke ciwan di îdeolojiya azadî û rizgariya jinê de roleke diyarker dilîze û di refên şoreşê de dibe nûnera ruhê fedaî.
Vejîn Jiyan ku di 27’ê Tîrmehê de li Hesekê dema erka xwe pêk dianî di qezaya ku bi rêhevalên xwe re bi giranî birîndar bibû û tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin, di 7’ê Tebaxa 2023’an de gihaşt şehadetê.”