ŞEHBA – Îro endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Şehba hatin cem hev û li ser mijara “Malbatperestî” çalakiya perwerdeyê li dar xistin. Malbatperestî ku Rêber Apo weke girêka kor a ku divê bê çareserkirin pênase dike, bi taybetî li ser jinên ciwan bandorek mezin dike. Her wiha bi perwerdeyê ser malbatperestiyê re, jinên ciwan di derbarê zayendperestiya civakî de jî hişyar dibin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan dîmena ser “malbatperestî û bandora wê ya li ser jinên ciwan” temaşe kirin. Piştî fîlimê jinên ciwan belge xwendin û li ser mijarê nîqaş kirin. Hate teqez kirin ku hemû jinên ciwan bi heman pirsgirêkan bi şêweyên cuda rû bi rû dimînin û ji bo derbaskirina wê jî girîng e xebatên hişyarkirina jinên ciwan û malbatên wan berdewam bikin.