REQA- Ji bo pêşxistina ciwanên di navbera 15 û 20 salî yên li Reqa dijîn li ser bingeha teknîk û teknolojiyê û çêkirina wan û her wiha ji bo ketina bazara kar teşwik were kirin ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê ve dewreyeke perwerde ya li ser bingeha “Parastin û tamîrkirina telefonên destan” hate vekirin.
Di dewreya ku bi beşdariya nêzî 25 ciwan dest pê kir de ciwan telefonên destan vedikin û hûrgiliyên hemû beşên telefonê nas dikin.
Kursa ku îro dest pê kir dê bi qasî du hefteyan berdewam bike. Di dawiya dewreya perwerdeyê de dê sertîfîkayên perwerdekaran bên dayîn.