NAVENDA NÛÇEYAN-
“Di serî de wasiyetên şehîdên mezin ên şoreşê, nirxa ku em didin azadiyê re, emê di vê mijarê de şer pêşvetir bibin û ber bi encamê ve bibin. Bêguman ev çîroka min e jînim. Gelek qurban hatin dayîn. Ji jinan û zilaman qurbanên herî nirxdar hatin dayîn. Ev vala neçûne. Li ser xwîna wan herikina jiyanê dê teqez pēk were. Jixwe di vê wateyê de ez xwe di heman demê de weke hêza jiyani ya şehîdan dibînim an jî di bin diruşmeke bi rengê erka min a bingehîn jiyanîkirina şehîdane de, didim şerkirin.
Rêber APO
Di 6‘ê Tebaxê 2015‘an de di pevajoya berxwedana xweser a Bakurê Kurdistanê li Colemêrg’ê Derîn Newal Zerdeşt bi qehremantiya xwe bersiv da dijmina dagirker û tevlî kerwanên nemîran bû. Heval Derîn Newal Zerdeşt li gelek qadên mîna Qendîl, Komalên Ciwan, Saziya Ziman xebat meşand. Bû milîtaneke jin a şareza ku li ser xeta jinê ya azad meşiya. Di nava şert û mercên herî giran de ti carî bê moral nebû û timî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê.
Amara Gabar di sala 2019‘an de li çiyayên Cûdî şehîd ket. Şehîd Amara Gabar li Rojavayê Kurdistanê û li gelek kadan de di nava xebatên ciwanan de ji bo gelekî xebat meşand û li vir di dil û mejiyê ciwanan de cihê xwe çêkir. Hevala me Amara li hemû qadên ku lê bû, bi rih û kelecaniyekî mezin di nava têkoşînê de cih digire û her demê ji hêla hevalên xwe ve tê hezkirin û mînak tê dîtin. Heval Amara tim bûye xwedî helwestekî mezin a milîtaniya APO’yi.
Heval Vejîn Jiyan bi amrê ciwantî tevlî nava rêfen gerîla dibe û bi ços û moralekî mezin tevdigeriye. Heval Vejîn di Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan de mezin dibe û ser wî esasî piştî demekê erken giring hildigre ser milê xwe. Bi dînamîzma ciwantî ser xeta Rêber APO de dimeşe û di perwerde kirina ciwan û jinên ciwan de taybet gelekî ked û hewldanên mezin dide. Heval Vejîn biçe li kuderê toven azadiyê li wir de şîn dibe. Rêheval Vejîn a keça berxwedar a Botanê di encamê êrîşê hawayî ya dewleta Tirk a faşist de li Rojava yê Kurdistanê dema ku ser erka xwe bû şehîd dikeve.
Li Botanê ku şahidiyê yek ji berxwedana herî bi heybet a Bakurê Kurdistanê dike, hevalên me Mazlûm Kobanê, Xemgîn Roj û Reşît Serdar bi ruhê “Serî Hilde” tevlî berxwedanê bûn û tirs berdan dilê dijmin. Di 9‘ê û 18‘ê Tebaxê 2018‘an de her sê heval navê xwe li rûpelên zêrîn ên berxwedana azadiyê nivîsandin û şehîd bûn.
Heval Jîndar Ezgî dema ku li Zanîngeha Enqerê dixwend ciwanên welatparêz nasdike û di kemek kin de di nav xebatan de aktîf cihê xwe digre. Hevala Jîndar di nav xebatên ciwanan de rastiya dijmin û pergalê ji nêz ve nas dike û 2001’ê bi komekê hevalên xwe re tevlî nav refên azadiyê dibe. Hevala Jîndar ku dema hatî çiyayên Kudistanê bi fedariyeke mezin tevlê jiyanê dibe. Bi karaktere xwe yê jidil, dirûst ve li nirxên hevrêyên xwe xwedî derdikeve. Di demeke kurt de bûye qedroyeke zîrek a milîtaniya APO’yî. Hevala me Jîndar ku piştî xebatên ciwanan derbasî xebatên leşkerî dibe û di 15‘ê Tebaxê 2018‘an li Dersimê şehîd dikeve.
Di sala 2021‘an de jî di 15‘ê Sibatê Destîna Fîraz ku ji bajarê berxwedanê ya Kobanê bû, di nava hêzen YJA Star de li herema Metîna bifedakariyekî mezin li dijî hişmendiya dagirker a dewleta Tirk şer dike û şehî dikeve. Destîna Firaz piştî ku tevlî bû xebatê xwe yên despêk di nava ciwanan de dimeşine û taybet li Rojavayê Kurdistanê gelek kar û xebat meşand. Piştî Akademiya Şehîd Leyla Şeylemez, Şehîd Destîna derbasî xebatên YJA Star dbe û li Metîna bi enerjiya xwe ya ciwantî şopa xwe diya dike.
Hûseyîn Firat ku demekê dirêj li Rojava wek endamê Koordinasyona Ciwanan kar û xebat meşandiye û hertim hewl daye rexistina ciwanan asta serkeftinê de pêk bîne, di 22‘ê Tebaxê 2020’an de wek gerilayên çiyayên Amonasan li Hatay tevlî karawanan nemiran dibe.
Heval Hûseyîn Firat dema ku xwendekar bû, PKK’ê ji nêz ve nas dike û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Li Tirkiyê di karê ciwanên xwendekar ên welatparêz de bi salan cihe xwe digre. Piştî demekî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê girtinû demekê di zinadanê de dimine. Heval Huseyin piştî rastiya dijmin hin nêz ve nas dike biryar digre ku divê tekoşînekî hin xurttir were meşandin û soza tevlîbûyîna xwe di nav refên azadiyê de dide. Di giştî jiyana xwe ya tekoşînê de bi ked û fedakariay xwe ve gelek ciwan perwerde û rexistin dike. Heval Hûseyin demekê li Rojava asta Koordinasyona Ciwanan kar û xebat dimeşine û hertim hewl dide ku rexistinbûyîna ciwanan di asta serkeftinê de pêk were. Li Bakûr Kurdistan û Tirkiyê jî di rêxistinkirina YPS’ê de rolekê mezin dilêze. Di 22‘ê Tebaxê 2020’an de wek gerilayekî çiyayên Amonasan li Hatay tevlî kerwanên nermiran dibe.
Dema 2014’an de çeteyên DAİŞ êrîşên Kobanê dikin gelek ciwan û jinên ciwan cihê xwe di çepeyên şer der digrin û bi cos û morala xwe ya ciwantî bajarê Kobanê li hember hovitiya wan çeteyan diparêzin. Yek ji wan ciwanan jî Jiyan Tolhildan bû, ku bi moral û kêna xwe tê nasin. Jiyan Tolhildan di 24‘ê Tebaxê 2014‘an de li Kobanê şehîd dikeve.
Îxanet di her derî ku xweşikbûyina azadiyê û welatparêziyê xurt e dixwaze xwe bide der û vî xweşikbûyîna bi qirejiya xwe ve tûne bike. 28‘ê Tebaxê 2017 Elî Çiçek û Hesen Botan li warge ha Şehîd Rûstem Cudî di encama ixanetê de şehîd dikevin. Lê ixanet xweşikbûyîna vî berxwedanê nikaribû tûne bikira.
Her şehîdek dibû hêza tolgirtina ji dijmin, her şehîdek dibû hezaran tevlîbûyîna ber bi refên gerîla ve…