DÊRAZOR- Çavkaniyên QSD’ê, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê îro saet derdora 02.30’an de bi topên obusan êrîşî gundên El-Dehla, Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa li ser gundê Cedîde de 9 welatiyên ku zarok jî di nav de hene, ya li ser gundê El-Dehla de jî 4 welatî şehîd bûn. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.
Navên welatiyên ku li gundê El-Dehla şehîd bûne wiha ne:
Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), Nadîn Selîc El-Ibêd (22), bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37).
Navên welatiyên birîndar bûne jî wiha ne:
Îlaf Yasir El-Zeer (sal û nîv) bi giranî birîndar bûye, birine nexweşxaneyên Hesekê. Rexed Mihemed El-Zeer (17) û keça apê wê Şam Beşar El-Zeer (4 meh) jî birîndarbûne û wan rakirine nexweşxaneya Cidêdid Begara