6. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat Pêk Hat

Xelatên hatin dayîn 6. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hatin dayin

MEXMÛR- Li Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna malbata Şehîd Denîz Firat, pêşbirkvan û bi sedan mêvanan ‘6. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat’ hat lidarxistin. Pêşbirka îsal diyariyê Şehîd Sara Hogir Riha, Bîşeng Birûsk û Seyîd Evren hat kirin. Beşdarvanên ku di pêşbirkê de pile girtî xelatên xwe wergirtin.

Rojnamevana şoreşger ango xebatkara Çapemeniya Azad Denîz Firat di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de dema ku ji qada şer agahî radigihandin jiyana xwe jidest da. Bi vê boneyê ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve şeş sale Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin. 6. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat, îsal diyariyê Şehîd Sara Hogir Riha, Bîşeng Birûsk û Seyîd Evren hat kirin hat kirin.Di salvegera şahadeta Şehîd Denîz Firat de bi pêşengiya YXA’yê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Salona Konferansê 6. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hat lidarxistin. Li gel malbata şehîd Denîz Firat, beşdarvanên pêşbirkê, endamên jûriyê, nûnerên saziyan û bi sedan mêvanan pêşbirkê di kesayeta Şehîd Denîz Firat de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîteya amadekar a pêşbirkê Medenî Îlham ve hat kirin û got; “Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) ve ji sala 2015’an vir ve ji bo zindîkirin û jiyankirina Rojnameger Denîz Firat her du salan carek tê li dar xistin. Pêşbirkên bivî awayî ji bo zindîkirina biranîna şehîdên me xwedî girîngiyek mezin e. Şehîd Denîz Firat tevahî jiyana xwe ji bo eşkerekirina heqîqeta gelê Kurd feda kir û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da.”

Piştî axaftina vekirinê Sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna Şehîd Deniz Firat, Şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Bîşeng Birûsk hatibû amadekirin hat nîşandan.

Her wiha piştî sînevîzyonê, kesên di beşa çîrok û helbestan a zimanê Kurdî û Tirkî de pile girtine wihane;

Beşa Kurdî (Kurmancî)-Çîrok;

1’emîn: Ahmed Çelîk ji Mêrdîn Qoserê ye, berhem Xezalê.

2‘emîn: Bedrî Adanir ji Amedê ye, berhem Kevir.

3’emîn: Leyla Saraç ji Şirnex Hezexê ye, berhem Karwanê Meytan.

Beşa Tirkî-Çîrok

1’emîn. Murad Bakur Medya Haber Tv, berhem Zilanım Rüyası.

2’emîn: Eylem Kahraman ji Dêrsim niha Doseldurf, berhem Zirvede bir karta öykü.

3’emîn: Salih Erol ji Batman Sasonê ye, berhem ismail’in vadesı.

Helbest Beşa Kurdî-Kirmancikî

1’emîn: Ahmed Çelîk ji Mêrdîn Qoserê ye, berhem Ez kîme.

2’emîn: Leyla Saraç ji Şirnex Hezexê ye berhem helbest.

3’emîn: Rojîn Bayram ji Mexmûrê ye berhem Ey dîrok.

Helbest Beşa Kurdî- Soranî

1’emîn: Hawta Cabar ji Silêmanî Duhokê ye, berhem Xemî em evîneyî to qone.

2’emîn: Hawta Cabar  ji Silêmanî Duhokê ye, berhem Yadgarî warê me.

3’emîn: Siware Şaho ji Şengalê ye, berhem Helbestêk bo emranî rêgayî azadî.

Helbest Beşa Tirkî

1’emîn:Rojhat Banyan ji Rojava ye, berhem Gizlenen Tarih.

2’emîn: Leyla Tekoşîn ji Wanê ye, berhem Yedî defa dilek diledim ay ışığında.

3’emîn: Mürşit Sağrut ji Bildîs Tetwanê ye, berhem Gel hayata.

Beşê Wênekêşan

1’emîn: Siware Şaho ji Şengalê ye, berhem wêneyê kalê dikene.

2’emîn: Keder Tayboxa ji Mexmûrê ye, berhem Şînbûna gula zer (papatya) bi tene.

3’emîn: Hêlîn Avaşîn ji Mexmûrê ye, berhem wêneyê roj û vedana rojê li ser avê.

Her wiha piştî xelatdayînê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn ve stiran hatin gotin.

Piştî wê axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat kirin.

Fîlîz Bûdak da zanîn ku eger çand heyînek ya mirovan be û mirov heyînek çandî be, huner jî xweşikirina wê ber di heman demê de çîrok, helbest û stiranên ku tê nivîsîn û gotin de mirov dikare beje yekane tîmara ruh û mejiyê mirovane û wiha got: “Berdewam kirina civakekî di asta netewî de li ser asta çandî de pêşdikeve. Her wiha tinekirin û ji nav birina civakekê jî li ser esasê tinekirina wê civakê ye. Ji ber wê parastina nirxên civakî û parastina nirxên wê netewê ye ku bikaribe di nava cîhanê û wê dîrokê de hebûna xwe bide berdewamkirin.”

Filîz Bûdak di dawya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Hêvî û daxwazên me di salên pêş de zêdetir ji wargeha Mexmûr beşdar bebe û di beşa Kurdî de hîn serkeftîtir bibe. Em serkeftinê ji hemûyan re dixwazin.”

Nivîsa Pêş