MISIR – Aktîvîstê sosyalîst ê Misrî Îslam Dif ku endamê Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye, ji malpera Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn re li ser Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku di meha Hezîranê de li Beyrûta paytexta Lubnanê bi beşdariya 25 welat û bi dehan rêxistinên ciwanan pêkhat, axifî.
Dîf, axaftina xwe bi silavkirina gelên têkoşîna azadiyê dest pê kir û diyar kir ku konferans li heremê di serdema alozî û şeran de pêk hatiye.
Dîf di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê konferansê di serdemeke wiha de ku dewleta Îsraîl li dijî gelê Filistînê komkujiyan dike, dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên guhertina demografîk li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne û li Sûdanê şer û pevçûn diqewimin. Dîf got, “ji ber ku li ser mijareke gelek girîng hat nîqaşkirin, ew jî mijara ciwanan û rola wan di civakê de ye.”
Dîf da zanîn ku ciwan hêmaneke bi bandor û girîng in û her tim pêşengiya tevgerên civakî û siyasî dikin û got, “Em dibînin ku ciwan dixwazin civakan biguherînin û çareserkirina pirsgirêkan hilgirin ser milên xwe.”
Çalakvanê Misrî Îslam Dîf got: “Ev konferans girîng bû ji ber ku yekem car hemû gelên herêmê, nûnerên her netewe û her etnîkî hatin cem hev.” û da diyarkirin ku ev bi serê xwe serkeftinekî mezin e.
Dîf da zanîn ku rejîmên faşîst her tim hewl didin civakê parçe bikin û welatan ji hev derxînin û nakokiyan di navbera wan de derxînin û got, “Armanca vê konferansê avêtina pêngavê, xwestina pêşdeçûnê û armanca xebatên hevpar e. ev jî bi dest xist.”
Îslam Dîf di axaftina xwe de bal kişand ser esareta Rêber APO û diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû girtiyan e.
Ciwanê Misrî yê Sosyalîst Îslam Dîf axaftina xwe wiha domand:
“Di konferansê de bi xwe, bi dabeşkirina atolyeyan û nikaşkirina mijarên sereke ên wekî qeyranên ciwanan di bin zora rejîmên otorîter de, rewşa ciwanan û pirsgirêkên wan di civakan de û her wiha aliyên din û mijarên din ên weke pirsgirêka jin, pirsgirêka azadiya jinê û zîhnîyeta zilamsalar a ku jinê di nava civakên me de li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne, her wiha nîqaş li ser pirsgirêka jîngehê yên ku diqewimin û guhartinên ku di hawirdorê de çêdibin û di encama kiryarên sîstema kapîtalîzmê de pirsgirêkên wê kûrtir dibin., hat kirin. Di konferansê de encamên girîng ku vê zêhniyeta “perest” têk dibe derketin holê. Ev zîhniyeta fanatîk – zîhniyeta otorîter ku pêkhateyên gelên herêma me ji hev cuda dike. Her wiha girîngî ji bo yekîtiya karê hevbeş a di navbera hêzên ciwanan ên di herêmê de were çêkirin û desteka têkoşînên hemû gelan û sekinîna li dijî hemû cûre dagirkeriyê hat dayîn.
Em hêvîdar in ku di dema bê de ev xebat berdewam bin û di navbera hemû hêzên ciwan ên ku ji welatên curbicur ên Rojhilata Navîn û herêma Bakurê Afrîkayê de beşdar bûne yekîtîya hewildan, kar û hemahengiyê were çêkirin.
Bijî Kurdistan, bijî Filistîn, bijî Sûdan, bijî hemû gelên herêmê yên ku di bin zexta rejîmên dîktator ên zordar de ne.
Azadiya ji Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan re ku di girtîgeha Îmrali de ye û azadiya Corc Abdullah ê di girtîgeha Fransa de girtî ye azadiya ji bo hemû girtiyênku di girtîgehên dîktatoriyan de ne.”