BERLÎN – Ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJin ku li bajarê Berlînê yê Elmanyayê hatin cem hev, roja duyemîn a gera ciwanan bi semînera Rol û Girîngiya Jinê ya di Şoreşê de hate bi dawî kirin.
Di semînerê de jinên berxwedêr ên ji demên berê heta niha li Kurdistanê tekoşiyane, jiyana wan hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku çîroka van jinan nayê zanîn ji ber ku dîrok her tim ji aliyê mêran ve tê nivîsandin.
Hate axaftin ku jinên li Kurdistanê bi sedsalan li dijî zîhniyeta feodal têkoşîn dane meşandin. Hat nîqaşkirin ku jinên ku carna bi kesayeta xwe ya şervan û carna jî bi hunera xwe pêşengiya civakê dikin.
Piştî semînerê ciwanan bi qiseya jinên ku çîrokên wan hatin vegotin, pêşbîrka zanistî çêkirin û roja duyemîn ya gera dîrokî temam kirin.