NAVENDA NÛÇEYAN-
Nirxandinê RÊBER APO;
Lîberalîzma maneya gotina wê azadîxwazî ye, têgîneke têra xwe îzafî ye. Ya ji kesekî yan jî komekê re azadî be, dikare ji yê din re weke koletî xuya bike.
Îdeolojiya navendî ya sîstema fermî ya modernîzmê lîberalîzm, ji bo vê rastiyê berevajî bike têra xwe argumanan bi kart tîne. Hema hema xwe bi demokrasiyê re wekhev dibîne. Bi temamî aloziyeke têgînan tê afirandin. Lîberalîzm bi xwe tevî ku îdeolojî ye, xwe bi sîstema siyasî ya demokrasiyê re wekhev digire, û ev mînakeke tîpîk e ku vê rastiyê îfade dike. Lîberalîzm bi xwe texrîbata bêsînor a ferd li hemberî civakê îfade dike û serweriya yekdestdariyan li ser civakê vê yekê piştrast dike. Ji ber avahiya xwe ya ne demokratîk û her cure ferdiyetperestiyê ji malbatê heta bi dewletê xwedî meyla dîktatoriyê ye. Ferdiyeta demokratîk cuda ye. Weke biryar û dengê hevpar ê civakê ferd li pêş digire. Ferd kengî ev deng û biryardariyê esas bigire li cem civakê nirx û hurmeta wî-wê hebe. Ji lewra ferdperestiya lîberal a bi awayekî yekdestdariyên bê sînor û bê hejmar e, antî-demokratîk e. Ti lafazanî û aloziya têgînan nikare vê xisleta lîberal an jî neolîberal biguherîne. Lîberalîzm weke gotin maneya wê azadbûn e, lê piştrast kiriye ku di pratîkê de ev jî ji pêşketina bêsînor a yekdestdariyan wêdetir nebiriye.
Azadiya bi qasî ku xuya bike tê pêşkêşkirin, di pratîkê de bi awayekî di rejîmên firewnan de jî nehatiye dîtin lê bendên îdeolojîk û maddî lê xistine. Di civakekê de azadiya rastî kengî bi hêman û şaxên civakî were destekkirin, dikare manedar bibe. Azadiyên ferdî yên ji aliyê civakê ve neyên destekkirin bi tenê ji însafa yekdestdariyan re dimîne, ew jî rewşeke bi ruhê azadiyê re li hev nake îfade dike. Jixwe pirsgirêkeke wekheviyê ya lîberalîzmê nîne. Îdeolojiya hegemonîk a sîstemê lîberalîzm, ne bi şêweyê xwe yê klasîk ne jî bi şêweyê xwe yê neo nikare çareseriyê çêke. Lîberalîzma maneya gotina wê azadîxwazî ye, têgîneke têra xwe îzafî ye. Ya ji kesekî yan jî komekê re azadî be, dikare ji yê din re weke koletî xuya bike. Ji bo qralên xwedê yên serdema pêşî azadiya herî zêde weke çîna koledar a dijberê xwe afirandî ye. Azadiya ji bo arîstokrasiya serdema navîn bi kolebûna girseyên berfireh ên gundî û serfan pêkan bûye. Ji bo bûrjûvayên serdema nû lîberalîzm jî bi koletiya heqdestiya herî kêm a proleterên giştî yên bi awayekî koleyên nû, nîv-proleter û kedkarên din di zikhev de meşiyaye. Lîberalîzm bi maneya fermî jî ji bo tevahiya çînên dewleta netewe azadî ye, lê ji bo welatiyan ku evdên modern in, bêkartî, xebata bê heqdest, xizantî, birçîtî, ne wekhevîtî, tinebûna azadî û demokrasiyê ye. Divê mirov karibe baş bibîne ku lîberalîzm bi maneya rastî azadîxwazî nîne.
Hegel dewlet weke amûrê herî baş ê azadiyê hesibandibû. Lê derket holê ku ev azadî bi tenê jibo çînên dewletê û burokrasiya wê ye. Bi gotineke din, ya ji bo yekdestdariyên desthilatdarî û ekonomiyê (giregir,kesên bijare û neqane) azadiya herî mezin e, ji bo tevahiya yên din bi her awayî koletî ye. Gelekî girîng e ku mirov lîberalîzmê weke îdeolojî nas bike. Ji bo terîfkirinê mirov bi tenê jê re ferdiyetperestî û azadîxwazî bibêje kêm e. Lîberalîzm weke têgîn di Şoreşa Frensayê de bi têgînên wekhevîtî û biratiyê re derket pêş: weke
Lîberteya navdar, Egalîte û Fraternîte. Weke têgîneke navendî li rastê xwe muhafezekartî, li çepê xwe jî pêşî demokratîxwazî û paşê sosyalîst dîtin. Bi awayekî maqûl xuya bike rabû û anî ziman ku pêkane bê şoreşan sîstem (yekdestdariya kapîtalîst) were pêşdebirin û gav bu gav biberide(evrim geçirmek). Muhafezekar, çi bi beridînê çi jî bişoreşê bi temamî li dijî pêşketinê bûn. Qraltî, malbatgirî û dêr bi
hişkî diparastin. Sosyalîst û demokratan jî ji bo guhertin bi lez bibin şoreş weke mecbûriyet didîtin. Paydaya hevpar a hemûyan jî modernîte bû. Her çiqasî hin aliyên li ber radibûn hebû jî di xwe modernkirinê de xwe xwedî îdea didîtin. Bi xetên herî giştî wek veguherîn jiyanê têra modernîstbûnê dikir. Jiyana modern a navenda wê Ewrûpa hîmê wê bi bajarbûnê hat danîn û bi Ronesans, Reform û Rohnîbûnê bi lez bû têgihiştina her sê îdeolojiyên sereke temsîl dikir. Pirsgirêk ew bû ku mesele di nuqteyekê de asê dibû, ew jî ev bû ku wê kî û kîjan, çi partî û kîjan îdeolojî, çi rêbaz û kîjan pratîk, çi çalakî û kîjan şerê herî baş xwe bigihîne vê têgihiştinê.
Lîberalîzm ev rewş gelekî baş tespît kir. Haya xwe jê bû ku modernîte bi mohra kapîtalîzmê pêş dikeve û zêdetir derfet ji bo pêşdebirina wê hene, ji lewra dereng nema bi avahî û îdeolojiyên li dewrûbera xwe lîst. Xwe weke lîberalîzma çepgir û rastgir dabeş kir. Bi lîberalîzma rastgir muhafezekar bê tesîr kirin û ew kirin bazkekî ji nava xwe, bi lîberalîzma çepgir jî demokrat û sosyalîst qismê kirin yedekên xwe. Bi vî awayî li statuya navendî rûnişt. Di her zêdebûna krîzê de yek ji wan kir yedeka xwe û bi vî awayî xwe bi hêz dikir. Bi bûrjûva bûyina arîstokratan beşekî karkerên tawizkar bûn sosyal demokrat û ev jî tevahiya rêveberiyên krîzê bi pêşket. Pareke pir kêm
ji kara yekdestdariyê ji bo vê têrê dikir. Bi vî awayî muxalifên dijberê sîstemê di sedsalên 19. û 20. de bi tenê nedihatin bêtesîrkirin, ji bo binyeya bi krîz di tevahiya pêvajoyan de were meşandin weke hêza yedek dihatin bikaranîn. Hegemondariya îdeolojîk a lîberalîzmê bi vî awayî dihat damezrandin.
Lîberalîzm ji bo hegemondariya xwe ya îdeolojîk dewam bike ji çar varyantên girîng ên îdeolojîk sûd wergirt:
1- Milliyetgirî bi awayekî bi tesîr bi kar anî. Çi di rewakirina şerên hundir û derve de, çi jî bi destê dewletê di pêkanîna netewe de milliyetgirî muttefîkê herî baş ê lîberalîzmê bû. Xeleka pêşî ya lîberalîzmê bi xwe vekirî ye. Ji bo ji krîzên herî giran bibihure di warê bikaranîna hisên millî de têra xwe bû xwedî tecrûbe. Milliyetgirî di asta dîn de bi îdeolojiyeke pîroz nixumandin. Di bin vê perdeyê de bi tenê bi hêsanî ji krîzan nayê bihurîn û dewam kirin, li aliyê din, yekdestdariyan sîstemên xwe yên herî giran ên mêtinkarî û zordestiyê
bi heman perdeyê dikarîbûn veşêrin.
2- Rola milliyetgiriyê kirin malê îdeolojiya dînî ya ji rêûresmê. Lîberalîzmê, dînên ji rêûresmê yên ji xisletên wanên exlaqî û polîtîk kirî xist bin hegemondariya xwe û ew millî kirin. Ya rastî, kir dînên millî. Hisên dînî yên di civakê de rehên wan kûr diçin bi hêsanî bi rengê milliyetgiriyê hatin boyaxkirin bi milliyetgiriyê re heta jê zêdetir bi roleke pev bikelîne rabû. Hin caran herdu îdeolojî ketin zikhev û li serbingehê dînî û etnîk hewldan netewe ava bikin. Nexasim îdeolojiya Cihû û Îslamê bi hêsanî bi milliyetgiriyê re bûne wekhev. Dînên din jî(Xiristiyantî, dînên Rojhilata Dûr, dînên berê yên Efrîka yên ji rêûresmê) ji vê kêm neman û pirr neçû bi heman rolê rabûn. Lîberalîzmê jî bi cihokên dînî mîrateya çandî ya manewî ji şaristaniya kapîtalîst a mîrateya çanda maddî ya şaristaniyê dewr girtibû, dibir û bi vî awayî entegre dikir. Krîzên sîstemê yên gihiştibûn asta nabe ku dewam bikin hebûn. Ji bo li dawîhiştina van krîzan rola îdeolojiyên milliyetgir ên dînî yên li lîberalîzmê hatibûn zêdekirin divê mirov paşguh neke.
3- Îdeolojiya zanistperestiya pozitivîst nexasim weke varyanta felsefî pirr bi hêz alîkariya lîberalîzmê kir. Îdeolojiya pozitivîsta ji îtîbara bihêz a zanistên xwezayî sûd wergirt, di warê tesîrkirina îdeolojiyên hem rastgir û hem jî çepgir de bi roleke sereke rabû. Weke etîketeke zanistî bi îdeolojiyan hat vekirin û li ji rêderxistinên mezin rê vekir. Nexasim mohra xwe li tevahiya gavavêtinên îdeolojîk ên çepgir xist. Sosyalîzma pêkhatî di vî warî de serê meseleyê dikişand. Bi zanistperestiya pozitivîst ket xefika modernîzma kapîtalîst. Rastgir jî ji ekola herî li pêş bû ku hêza xwe ya faşîst ji zanistperestiya pozitivîst werdigirt. Bi vî awayî, pozitivîzmê ji serê herî radîkal ê çepgir heta bi serê herî radîkal ê rastgirt li guhereke fireh alternatîfên îdeololjîk ji lîberalîzmê re pêşkêş dikirin. Lîberalîzmê di şert û mercên her zeman û mekanî de ev alternatîf bi ser xwe ve kirin, bi karanînû diwarê li dawî hiştina qonaxên krîzên avabûna sîstemê deherî zêde sûd wergirt.
4- Di dîrokê de cinsiyetparêzî herî zêde di serdema lîberalîzmê de weke hêmaneke îdeolojîk hat pêşdebirin û bi karanîn. Lîberalîzma civaka cinsiyetparêz dewr girt, qîma xwe neanî bitenê jinê weke karkera bêheqdest di malê de bixebitîne. Hê zêdegavî kir, ew weke objeyeke cinsî kir meta û ew pêşkêşî piyaseyê kir. Bi vî awayî hê zêdetir bi dest xist. Li cem mêr bi tenê ked tê metakirin, lê jin hem tevahiya bedena wê û hem jî ruhê wê tê metakirin. Ya rastî, bi vî awayî şêweyê koletiyê yê herî bi tehlûke hat avakirin. ‘Pîreka zilam’ ev her çiqasî sifetekî baş nebe jî mijareke bi sînor îstîsmarê teşkîl dike. Lê mirov bi tevahî kesayeta xwe bibe meta, ev tê wê maneyê ku mirov ji koletiya dema firewnan xirabtir dibe kole. Li şûna mirov bibe koleyê kesek an jî dewletekê, mirov bibe koleyê her kesî qat bi qat bi tehlûketir e. Xefika modernîteyê li pêşiya jinê daniye ev e. Bi awayê xuya dike jin li azadiyê vedibe, lê bi vî awayî jin dikeve statuya amûrê herî rezîl ê îstîsmarê. Ji amûrbûna reklamê bigirin heta bi seks û pornoyê jin amûrê herî bingehîn ê îstîsmarê ye.
Ez bi hêsanî dikarim bibêjim, di hilgirtina kapîtalîzmê de herî zêde jin xistine bin barê giran.
*Ji Dahûrandinên Rêber APO hatiye Berhevkirin