REQA- Bi sedan welatiyên kantona Reqayê bi meşekê komkujiya ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk anîbû, şermezar kir.
Welatiyan pankartên “Em komkujiyên hikumeta Şamê yên li dijî sivîlan şermezar dikin”, “Bijî QSD”, “Komkujiya Dehla xaleke reş e li eniya rejîma Sûriyeyê “, “Bijî biratiya gelan” û “Gelê Sûriyeyê yek e” vekirin, alên QSD û wêneyên şehîdên komkujiyê hildan û ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê dest bi meşê kir.
Meş li Qada Jinê sekinî. Li vir bi navê şêniyên Reqayê rûspiyê eşîra Sebxa şêx Mihemed Tirkî Sewan axivî. Sewan komkujiya li Dehayê şermezar kir û anî ziman ku hikumeta Şamê û çeteyên wê dixwazin tevlihevî û fitneyê li herêmên ewle derxin.
Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Mihemed jî êriş û komkujiyên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê bi tundî şermezar kirin û wiha domand: “Nêzî salekê ye hikumeta Şamê aşkera û bi hemû rêbazan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybetî li gundewarên kantona Dêrazorê hewl dide nakokiyan di navbera xelkê wê de çêke û sivîlan dike armanc.”
Buşrayê got: “Ev êriş me ji xeta parastina projeya Rêveberiya Xweser dûr naxe. Divê berpirsên sûcên şer û sûcên dermirovî ji ceza nefilitin. Divê edalet ji bo qurbaniyên şer were pêkanîn.”
Buşra El Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re û ji birîndaran re şîfa xwest û got dê têkoşîna aştiyane ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng û navendî bidomînin.