DIRBÊSİYÊ- Li ser navê Şehîd Silava Ramadan li bajarokê Dirbesiyê navendek hat vekirin. Ev navenda yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan ku li bajarê Dirbesiyê tê vekirin. Jinên Ciwan, gel û malbata şehîdan kombûn ji bo bi hevdû re vekirina navendê pîroz bikin. Piştî ku deriyên navendê cara yekemîn vedibin, di hindurê navendê de bîranîn ji bo Şehîd Silava hat çekirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin despêkir.
Malbata Şehîd Silava Ramadan jî tevlî pîrozahiya vekirinê bû. Li ser navê malbata şehîd, dayîka Şehîd Silava axaftin kir û got: ” Keça min çanda Kurdî ve pir girêdayî bû. Çi ji aliyê sitrana de be, çi ji aliyê dîlanê de be, gelek xwe di vê warê de pêşxistibû. Ji ragihandinê jî gelek hez dikir. Dixwast bibe rojnamevanek ji bo rasitya welatê xwe, rastiya şerê ku diqewime ji dunya ve ragihîne. Dixwast vê heqîqetê bide cihanê. Li hemberî bêdengiya saziyên mafê mîrova û dewletên hegemon dixwast vê heqîqetê belavî dunya bike. Bi vî rengî dixwazt kar bike, dixwazt jiyan bike, ji bo welatê xwe gelekê fedakar bû.”
Piştî axaftînê sinevizyonek li ser jiyana Şehîd Silava hat temaşekirin.
Her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan jî Soryaz Simo axaftin hat kirin. Soryaz wiha got: ”Despêke de em vekirina vê navendê ji bo Jinên Ciwan pir giring dibînin, ev navenda me ya yekemîn ku em li Dirbesiyê vedikin. Bernameya navendê me jî gelek dewlemendê ye. Me navendê xwe li ser navê Şehîd Silava vekir, ew jî jinek ciwan bû, di temenekê biçûk de şehîd ket. Xeyalên wê hebûn. Ji bo vê jî em dixwazin xebatê xwe di bin siha vê de dimeşînin. Xeyalên van şehîdan pêkbînin. Çi jinek ciwan hebe em di vir de bi rêxistin bikin, perwerde bikin.”
Jinên Ciwan diyar kirin ku ev demekê direj Jinên Ciwan dixwazin navendekê xwe vebikin. Ji bo perwerdekirin û rêxistinkirina Jinên Ciwan navendekê xweser gelekê bi wateye. Di vir de we perwerde û faliyatên din yên rêxistinî werin meşandin. Di navendê de perwerdeyên ziman, tendrûstî, drûtinê, çandî û bernameyên werzîşî wê werin dayîn.