PARÎS – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo pîrozbahiya navendî ya 15’ê Tebaxê ya 18’ê Tebaxê li banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, dimena bangawaziyê weşandin. Welatparêz û dostên Kurdistaniyên li Parîsê dijîn ji bo pîrozbahiya ku bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê li Grîgny tê lidarxistin, hatin vexwendin.
Di sînevîzyona bangawaziyê de ciwanan berxwedana bê hempa ya Rêber APO û Gerîlayên Azadiyê silav kirin û diyar kirin ku ew weke ciwanên endamên TCŞ’ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê li ber xwe bidin.
Ciwanan ala Rêber APO û alên PKK’ê vekirin û dimena bangawaziyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî kirin.
Piştre di dimena banga yekane de gotina Rêber APO ya “Me ciwan dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hatin xwendin û ji bo tevlêbûnê bang li hemû gelê Welatparêz bi taybetî jî li ciwanan hate kirin.
Agahiyên li ser pîrozbahiyên ku bi şîara “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em Rêber APO bi fizîkî azad bikin” tên lidarxistin;
Hunermendên ku dê beşdarî bernameyê bibin:
Şerîf Omerî
Narînxan
Farqîn Azad
mêvanê surprîz
Agahdariya navnîşan û dîrokê:
Stade Jean Miaud, 12 rue Condorcet 91350 Grigny/Paris
Dîrok:18.08.2024
Dem: 11.00