HESEKÊ- Jinên Ciwan ên Hesekê di bin kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de aktiviteya seyranê pêşxistin. 15 endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên bajaraê Hesekê îro hatin cem hevdû bi hevdû re çûn nav xwezayê. Di demekê de ku taybet li ser jinên ciwan û ciwan, li ser civakê bi giştî êrîşên dijwar pêk tên, herkes bi tenê serê xwe dimîne, ji hevdû qûtbûn çedibe û rûxme ku ser seranserê cihanê milyaran mirov jiyan dike herkes xwe bi tenê hîs dike de jinên ciwan bi aktiviteyên bi vî rengî ve civakbûyina xwe pêşdixin.
Jinên ciwan a bi navê Medya ku di aktiviteya seyranê de cihê xwe girt ser esasê giringiya rojê hestên xwe wiha anîn ser ziman: “Dema em tên li cem hevdû, bi hevdû re akîviteyan dikin, çayekî jî vexwin, vê demê hevaltiya me jî xurt dibe. Ji ber ku silaha herî xurt li hemberî hewldanên sistema kapîtalîst ku hertim hewldide me ji hev dû qût bike, hevaltî ye. Hevaltî tê watê ku em hevdû hîs dikin, bi hev dûr bin, çi dibe bila bibe. Hevaltî jî tê vê wateyê ku em çand û kokên xwe, axa xwe ya pîroz biparezin. Ger cihek me nîn be ku em dikarin di vir de kom bibin, xwe rêxistin bikin, perwerde bikin, niqaş bikin û hevdû hez bikin, vê demê ev jî li ser hêza me ya çalak bandor dike. Ji bo vê, bi coş û morala xwe, bi rihê xwe ya jinên ciwan em herderê bikin cihê civakbûnê.”
Her wiha endamê Yekitiya Jinên Ciwan a bi nav Nur jî gotinaRêber APO a ku dibejê “her siya darekê dikare bibe akademiyekê.” anî bir û wiha got: “Em lazimê wisa nêz bibin. Di heman demê de jî, dema em diçin di nava xwezayî, em vedigerin xwe. Di nava xwezayî de em ji qirejahiya bajar, dengên zedê û qelerbalixê qût bibin. Vê demê jî mejiya me xwe kom dike û fikrê me diha zelaltir dibin. Li ser vê esasê jinên ciwan her siha darekê dikin cihê perwerde, dikin cihê rêxstinbûnê. Di bin sihên darên welatê xwe ya xweşîk em dikarin bibin xwe. Di vir de em hevdû nas bikin, li vir dem dibin hevalê hevdû.”
Li ser vê esasî jinên ciwan ên rojekî geş û xweş derbas kirin. Bi hev re sitran gotin, dîlan girtin, xwarin çekirin û fekiyan komkirin.