MEXMÛR- Li wargeha penaberan a Mexmûrê zêdetirî saleke çalakiya nobetê berdewame. Çalakvanên çalakiya nobetê ragihandin ku Rêber Apo mîmarê azadiya jinê ye û gotin: “Dem hatiye ku em mîmarê azadiya jinê bi fîzîkî azad bikin. Di vir de jî rolê herî girîng û sereke dikeve ser milê jin û ciwanan.”
Rêber Apo ev 26 salin di bin tecrîdek girankirî de tê dîlgirtin û ji 25’ê Adara sala 2021’an ve ti agahî jê nayê girtin. Zêdetirî sedan caran malbat û parêzer ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û mafên bingehîn bên bikaranîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê didin û serlêdan bi hinceta cezayên ‘dîsîplînê’ an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin.
Li dijî vê tecrîd û êşkenceya girankirî ya li ser Rêber Apo, li seranserî Kurdistan û cîhanê bi sedan çalakiyên demkî û demdirêj hatine lidarxistin û heta niha jî berdewam dikin. Yek ji wan çalakiyên demdirêj jî çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ye ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirine. Çalakvanên nobeta li Mexmûrê têkildarî rewşa Rêber Apo û di şikandina tecrîdê de rolê ku dikeve li ser milê jinan, ji ajansa me re axivîn.
Ne hevdîtin, azadiya fîzîkî dixwazin!
Endama Akademiya Şehîd Jiyan, Jiyan Pûsat ku di çalakiya nobetê de cih digire di destpêka axaftinên xwe de hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê wiha anî ser ziman: “Ev 26 salin, Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dîlgirtin. Rêberê me di tecrîdekî girankirî de tê girtin û her kêliya vê tecrîdê, ji bo me wekî êşkenceyekî ye. Li pêş çavê cîhanê, êşkenceyek namerdane li Rêbertî tê kirin. Em jî wek jin û jinên ciwan ji bo ku li dijî vê tecrîd û êşkenceyê derbikevin, di çalakiyê dene. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Wek endamên Akademiya Şehîd Jiyan, armanca me zelal û eşkere ye, em tenê hevdîtinekî naxwazin, em yekser azadiya fîzîkî dixwazin.”
‘Rêber Apo têkoşîna jinê anî asta jor’
Jiyan Pûsat qala girîngiya ku Rêber Apo daye jinê kir û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Rêber Apo bû hêviya jinan û jin ji mirinê rizgar kir. Rêber Apo têkoşîna jinê anî asta herî jor û li jinê da nîşandan ku afrênerên jiyanê ne. Rêber Apo bixwe gotiye, ‘jin azad nebe, civak azad nabe’. Bi vê yekî Rêber Apo azadiya civakê, bi azadiya jinê ve daye girêdan. Ji bo wê jî divê em xwedî li Rêber Apo derbikevin û mîmarê azadiya jinê, bi fîzîkî azad bikin.”
‘Serlêdan tên redkirin’
Her wiha endama Akademiya Şehîd Jiyan Dilşîn Kara jî ku çalakvanek din a çalakiya li Mexmûrê ye diyar kir ku ew ji ber tecrîdê bi hêrsin û wiha pê de çû: “Wek jin em li dijî vê tecrîdê gelekî bi hêrsin. Rêberê me bi awayekî der qanûnî li grava Îmraliyê tê girtin û ti maf nayên pêkanîn. Serlêdanên malbat û parêzeran tên redkirin. Li dijî vê tecrîdê, gelek çalakiyên demdirêj hatine destpêkirin. Wek endamên Akademiya Şehîd Jiyan, me çalakiya nobetê dewir girtiye. Em ji bo Rêberê xwe di çalakiyê dene.”
‘Werin em bibin dengê girtîgehan’
Dilşîn Kara bang li jin û jinên ciwan kir da ku bêdengiya heyî bişkînin û wiha axivî: “Ev tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê ferzkirin, li ser tevahî gelên azadîxwaz tê meşandin. Em bi Rêber Apo hene. Wek jin em vê tecrîd û êşkenceyê bi tûndî şermezar dikin. Wek jinek ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê banga min ji tevahî jinên Kurd û dostên Kurdan re ewe ku bibin yek û bi hev re bibin dengê girtîgehan. Mafên girtiyan divê bên pêkanîn. Divê Rêber Apo ji mafên xwe yên rewa bê par neyê hiştin ku ya sereke jî hevdîtina bi parêzer û malbatê reye.”
Çavkanî: Rojnews