HABER MERKEZİ- Hêjmara nû ya Kovara Xwebûn ya jinên ciwan ên ku li Ewrûpa dijîn derke.
Kovara Xwebûn sê mehan carekê derdikeve û di her hejmarê de mijarekê nû têkildarî jina ciwan tê destgirtin. Di Kovarê de nivîsên bi zimanê Îngilîzî, Almanî, Kurdî û Tirkî cihê xwe digirin. Di vê hejmarê de li ser mijara şerê derûnî û fikrî bi riya dijîtalmedya hat rewastandin, ku niha mijarekê ji her demê bêtir têkildarê ciwanan e, ên ku piraniya wextê xwe li ser dijîtal medya derbas dikin. Kovara nû balê dikşîne li ser êrîşên ku jinên ciwan bê ku bikevin ferqê, her roj rû bi rû dimînin.
Têkildarê kovara nû redaksyona Kovara Xwebûn van agahiyan didin:
‘’Mêjiya mirovan navenda hemû kiryarên rojane ye. Ji biryargirtinekê bigire heta gavên ku tên avêtin, her tişt eleqdarê mêjî ye. Em têra xwe bi mêjiyê xwe ve mijûl nabin, lê kesên din diha zêdetir ji bo gihiştina armancên xwe lêkolînên Mêjiyên mirovan pêş dixînin. Ji reklamekê piçuk bigre heta stratejiyên şer, ji bo bigihîjin berjewendiyên xwe mêjî û hişê mirovan tên lêkolînkirin. Em pir caran difikirin ku xwestekên me tevgerandina me diyar dikin. Lê gelo bi rastî jî wisa ye? Ma tesadûf e ku kêfa me ji nişka ve ji heman tiştan tê? Ku em heman cil û berg diecibînin, heman muzîkê guhdar dikin an jî heman dîmen û rêzefîlman temaşe dikin? Ma em bi rastî dikarin piştrast bin ku ramanên me nayin bandor kirin, nayin kontrol kirin an jî rêve birin?
Lêkolînerê propagandayê Dr. Jonas Tögel di pirtûka xwe ya bi navê “Cognitive Warfare” de analîzek berfireh li ser vê mijarê weşandiye, ku me di vê hejmara nû de îlham jê girtiye. Weke Redaksyona Kovara Xwebûn em girîng dibînin vê mijarê bi dest bigirin. Ji ber ku di serdema teknolojiyê û dîjîtalbûnê de bi taybetî jinên ciwan rojane di bin bandora vê şerê derûnî û fikrî dimînin. Lewma girîng e ku ev mijar were ronîkirin.
Em weke jinên ciwan çiqasî di ferqa vê yekê de bin, ewqasî em dikarin xwe û civaka xwe li hemberî vê biparêzin. Lewma em di vê hejmarê de li ser wê mijarê rawestiyan.’’
Di hejmara nû de nirxandinên Rêber APO û gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin.
Her wiha nivîsên ji beşa Amargî, ku behsa ekolojiyê dike, bîranînên hevdîtinên bi Rêber APO re, bîranînên şehîdan, nirxandinên fîlîman û hwd. kovar dewlemend kirine.
Di beşa Stêrkên Şoreşê jiyana Şehîd Helbest Koçerîn û Şehîd Zinarîn Cûdî, ên ku têkoşînekê bêhempa di Zapê de dan meşandin û di encama êrîşên kîmyewî ên dewleta faşîst ya tirk de tevlî karwanên nemiran bûn, tê vegotin.
Di beşa Tirkî de Sîma Cûdî di gotara xwe de behsa avabûna teknîk û bandora wê bi taybetî li ser jinên ciwan dike.
Di Nivîsa Amara Bişeng de rola taybet ya NATO di vî şerê derûnî û fikrî tê vegotin.
Hejmara 30. niha li ber destê xwendevanên xwe ye.
Kovara Xwebûn ji lînka jêrîn dikarin bi deng li ser Spotify werin guhdar kirin:
https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S
Naveroka kovarê wiha ye:
Kurdî:
Rastiya Serdest naguhere
‘Di pirtûka min de hûn dikarin xwe bibinin’
Pêşketina jiyana dijîtal bû sedema paşketina civakê
Türkçe:
Özel savaşın halklar üzerindeki etkisi
Teknolojik gelişme ile küçülen beyinler
Deutsch:
Der vermeintliche Frieden der NATO
Wenn der Mensch zum Schlachtfeld wird
Methoden der Meinungsmanipulation
Wer war Edward Bernays?
Kontrolle durch Manipulation
Woran wirklich glauben?
Wehrt euch, leistet Widerstand!
Sterne der Revolution
Şehîd Helbest Koçerîn
English:
Stars of the revolution
Şehîd Zinarîn Cudî
Positivism
Nugding society to its end
Filmreview: Shutter Island
Amargi: Aromatherapy