MINBIÇ- Tevgera Ciwanên Şoreşger li parêzgeha Minbicê û gundewarê wê, di çerçoveya kampanya ya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” de ji bo alîkariya gelê me yê ku ji tozê û qirêjiya jîngehê dikişîne û bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê, bi hevrêziya bi Şaredariya Minbicê re, hemleya paqijkirina bajêr li dar xist.
Çalakî ji destpêka kolana El-Rabîta ya li navenda bajêr dest pê kir û ber bi taxa El-Sirb ve bi dawî bû. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger da zanîn ku wê xebatên bi vî rengî berdewam bikin.