RANYA- Navenda Pêşxistina Ciwanan a navçeya Ranya kampanyaya hefteyekê ya li dijî madeyên hişbir bang li hemû welatiyan û aliyên pêwendîdar kir ku alîkariyê bidin kêmkirina vê metirsiya mezin.
Îro danê êvarê bi boneya Roja Ciwanan ya Cîhanê li Parka Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya Silêmaniyê, Rêkxistina Pêşxisina Ciwanan ya Ranya di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser rewşa nebaş a ciwanan li Herêma Kurdistanê û metirsiyên zêdetir belavbûna madeyên hişber kampanyayeke yek hefteyê ya li dijî madeyên hişbir ragihand.
Li ser navê Navenda Pêşxistina Ciwanan Selman Koçerî daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin; “Netewên Yekbûyî roja 12’yê Tebaxê wek Roja Ciwanan ya Cîhanê ragihandiye. Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li hemû ciwan û wan kesan dikin ku ji ber rewşa xirab û nebûna derfetên kar ji Herêma Kurdistanê derketine.”
Her wiha hate gotin ku “Em bang dikin ku di vê roja taybet ya ciwanan de ji bo başkirina rewşa ciwanan xebat bên kirin. Eger ev yek neyê kirin, Herêma Kurdistanê ji ber pêla koçberiya ciwanan ya bênavber dê rûbirûyê kêmbûna ciwanan bibe. Ciwan ji ber nebûna derfetên kar, kêm dahata rojane û nebûna xizmetgûzariyê di nav zor û zehmetiyên giran de ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berpirsê van hemû rewşane.”
Selman Koçber got; “Niha pirsgirêka metirsiya madeyên hişbirê li pêşiya ciwanên ku li Herêma Kurdistanê bi giranî bazirganiya wan dikin, heye. Bi vê wesîleyê em hefteyekê ji bo têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişbir radigihînin. Lewra em bang li hemû partî, rêxistin û dezgehên ragihandinê dikin ku di vê meseleya mezin de piştgiriya me bikin da ku em vê metirsiya mezin li ser her kesî kêm bikin.”
,Çavkanî: Rojnews