MEXMÛR- Li Wargeha Memxûrê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê de li semtan çalakiyên pîrozkirina 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate destpêkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê (Cejna Vejînê ya gelê Kurd) li kolanên wargehê dest bi pîrozbahiyan kirin.
Pîrozbahî li naventa Semta Şehîd Xebat bi amadebûna gel û ciwanên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Saziya Ciwanan ya Mexmûrê Sîpan Yaman axiv.
Sîpan 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê (Cejna Vejînê) li Rêber Apo, şehîdên Tevgera Azadiya Kurd û Gerîlayên Azadiyê pîroz kir û wiha got: “Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me rojek nû ye. Dijmin di got gelê Kurd nemaye û Kurdê herî baş Kurdê miriye. Lê gelê Kurd bi guleya destpêkê ya Fermandar Egîd ji xewa mirinê şiyar bû û jinûve ji bo azadiya xwe kete nava lêgerînan. Wek ciwan û welatparêzên Kurd erkê me ye ku em rêya Fermandar Egîd bişopînîn. Bi guleya destpêkê dijminê gelê Kurd hat kuştin. Ciwanên gelê Kurd îro bi ruhê 15’ê Tebaxê li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dijmin têkoşînek bêhempa dikin.”
Di dawiya çalakiyê de govenda azadiyê hate gerandin û şahiya pîrozbahiyê heta derengiyê şevê berdewam kir.