HELEB- Bi nêzbûna salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşma “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin” meşek li dar xist.
Di meşê de endamên saziyên sivîl û ciwan beşdar bûn. Meşê ji pêşiya Keraca Efrînê ya kevin a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi qada Cebanat ve bi rê ket.
Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Lava Çawîş di şexsê şehîd Egîd de yê ku pêşengtiya Pêngava 15’ê Tebaxê kiriye, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Lava destnîşan kir ku faşîzma Tirk ji bo ku tola xwe ji destkeftiyên Pêngava 15’ê Tebaxê hilîne, çekên qedexe û yên nûjen bi kar anî û şerê taybet da meşandin.
Her wiha Lava diyar kir ku hemû hewldan û armancên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê tev têk çûn.
Meş bi dirûşmeyên “Bîjî 15’ê Tebax’ê” “Bîjî Berxwedana Gerîla” bidawî bû.