RANYA – Di encama hevkariya PDK û malbata Barzanî ya bi dewleta faşîst û dagirker a Tirk re, Başûrê Kurdistanê her diçe dikeve xeta xiyanetê. Heta niha dewleta Tirk a dagirker ji sedî 70’ê Duhokê dagir kiriye.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî xeta îxanetê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li herêma Raperînê bi pankart û belavokan çalakiyek li dar xistin. Bi vî rengî ciwanan bertekên xwe yên li dijî dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan dan û careke din diyar kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin.
Di dema ku ji sedî 70ê parêzgeha Duhokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, zêdetirî 68 hezar dekar erd şewitiye û ziyaneke mezin gihandiye jîngeh, çandinî û welatiyan.