NAVENDA NÛÇEYAN-
Ji Pênûsa Berjîn Fîraz…
Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku ji derketina mirovatî heta roja me ya îro, têkiliyên ku civakê avakirin bi awayên civakî û sosyal pêşketine. Mînak ji bo ku kabîleyekê xwe bigihîne endamekê xwe dengên ku hevpar hatin bikaranîn, derdixistin. Bi vî awayî di daristan, çiya û deştê de têkiliyên xwe bi hev re datînin. An em dikarin bêjin demekê û şunda bi şoreşa yekemîn ya ku em bi ‚şoreşa çandinî‘ nav lê dikin girêdayî şoreşa ziman jî pêşket û di nava civakê de ziman hatine pêşxistin. Bi vê awayî ji wê rojê heta roja me ya îro jî tişta ku mirovan ji zindiyên din cuda dikir, hêza wî ya civakbûnê ye.
Emile Durkheim (Civaknasekê Fransî) ji bo mirovan tespîtekê bi vê awayî dike: ‚mirov zindiyek ku civat ava dike ye‘. Emile Durkheim vê tespîtê bi lêkolînkirina dîroka mirovatî û xwezaya civakê dike û dibîne ku bi rastî jî di destpêka derketina mirovan de pir cudabûn di navbera mirov û ajalan tine bû. Her du mîna zindiyên ku di nava xwezayê de hewl didan bijîn bûn. Lê bi demê re însan pêşket. Çima mirov pêşket? Ji ber ku dest bi avakirina civakê kir. Civak mezin bûn, jiyana niştecihbûn jî destpê kir û bi vî awayî şoreşa yekemîn ango şoreşa çandinî û civakî pêşket.
Hêza civakbûn û têkiliyên di navbera mirovan de
Dibe ku em nizanin di demên berê de tekiliyên di navbera mirovan de çawa bûn. Ji ber ku em nizanin bi rengekî şênber jiyan çawa ye, mirov tespîtên sedî sed nikare bike. Dibe bi dengên cuda têkilî hatibûn danîn, mîna bi tevgerên li ser rûyê mirovan ango mîmîkan, mirovan têkiliyên xwe datanîn. An dibe ku bi ken, girî, bazdan an hwd. bi pir awayên din têkilî hatibûn danîn û îhtîmalekê mezin jî di vê demê de têkilî di navbera mirovan de bi vî awayî bûn ji ber ku hîn şoreşa ziman pêşneketi bû. Îro em dizanin ku çiqasî av û nan ji bo mirovatî pêwîst be ewqasî jî têkilî û civakbûn jî pêwîste, ji ber ku ew jî di bingeha mirovbûne de heye. Têkilî danîn, an xwe gihandina hev ji mecburiyetê zêdetir wek pêwîstiya civakê tê dîtin. Ji ber ku hîskirina civakbûne hezkirina jiyana hevbeş jî zêde dike. Di nav civakê de jî bi vê awayî ji ber ku mirov ti carî naxwaze xwe bi tenê bibîne û hîs bike, hestên aidiyetê dijî ev jî ji bo her kesekê xwedî wate ye. Girîng e em li ser xwe jî bifikrin. Dema em ji bo xwe jî difikrin em dibînin ku di derdora me de civat nebe, ti wateya hebûna me jî namîne, ne wisa ye? Bi kurtî em dikarin bêjin ku civakbûn nebe, ti wateya jiyana mirovekî namîne.
Pêşketin bû sedema paşketin
Başe, me behsa pêvajoya berê kir. Lê di dema îro de xwe gihandina hevdû ne mîna demên berê zehmet e. Berovajî vê pir bi rehetî mirovek ku li Ewrûpayê dijî dikare xwe bigihîne mirovekî ku li Kurdistanê dijî. Bê guman ew aliyên erênî ne. Pêşketina teknîk, pêşketina amurên têkilî ji aliyekê ve bandorekê erênî jî li ser civakê û jiyanê dike. Em binêrin, di jiyanê de her tişt diyalektîke, dualî ye. Ti carî em nikarin bêjin pêşketina amûrên têkilî tenê neyinî li ser civakê bandor kiriye. Lê dema em li gorê nifşê îro, nifşê berî 2000‘an dinirxînin, tişten erenî ku em ji xwe re bingeh bigirin maye. Teknîk pêşket, mêjî paşket. Mînak berê mirov lêkolîn dikirin, bi rojan dixwendin ji bo ku zanista xwe pêş bixin, lê îro googleyekê pêşket ku êdî pêwîstî bi lêkolîn, fikrandin, lêpirsînkirin, xwe zane kirin, nîqaş kirin, ji hev pirskirin û ji hev fêrbûn ne maye… Bi zelalî em dikarin bêjin mîna ku ew bi nav dikin „Sosyal Medya“ bû îro sedema ne civakbûyîna ciwanan, jinên ciwanan û bi giştî ne civakbûyîna civakê.
Medyaya dijîtal an jiyana civakî?
Derketina Medya dijîtal derketinek girîng e. Pir tiştan ji bo civakê hesan kiriye. Lê belê gelek ji hêlekê din jî bû sedema paşketina jiyana civakî. Mînak her ku diçe ciwan demê xwe bêtir li ser telefonan derbas dikin û wisa jî edî kêm bi hevalên xwe ve dem derbas dikin an derdikevin derve. Bi vî awayî jî jiyana kollektîf paşket. Di heman demê de komînalîte gelek lewaz bûye. Ew jî bû sedema ku bi zêdeyî ezezetî pêş bikeve. Jiyana xwe tenê bi medya dijîtal sînordar dîtin, jiyanekê çêkirî (sanal) ji xwe re avakirin û li gorî wê şekil di wê cîhana xwe ya sanal, ji lewra ev bi xwe jî dihêle ku ji hêza fikirandin û watedayinê dûrkeve. Em bi kurtî bibêjin, pergala kapîtalîst dixwest nifşeke ku lêpirsîn nake, fêm nake, mêjiyê xwe bikar nayne ava dike, ji bo vê jî bi pêşketina teknîk û pêşketina jiyana sanal ve jê re zemîn amadekir. Em bi kurtî bêjin Medya Dijîtal hişt ku Jiyana civakî lawaz bibe.
Carnan xwestek di mirov de çêdibe, ku di civatekê xweş de rûnê, çay vexwe, çîrok û bîranînan ji hev re bêjin û bikenin. Dema mirov kêliyên wisa bijî, hêstên civakbûne, hestên têkildariyê çêdibin û di vê kêliyê de jî hezkirina jiyanê jî hê xurttir dibe. Lê gava em li nifşê vê serdemê binêrin, gotinekê nû pêş ket, min jî nû bihîst ez matmayî mam. Me-Time. Bi kurmancî ango „Ez-Dem“. Ev têgeh tê wateya ku ez ji xwe re dem veqetînim. Bi rastî jî ez jî nizanim çawa pênaseya vê bikim, ji ber ku min jî nû bihîst, lê di demekê kurt de pir zu belav bû…Raste carna pêwîstiya mirov çêdibe, ku bi tenê bimîne, bifikre lê ev nayê vê wateyê ku ez pêwîstî dibinim vê demê taybet binav bikim. Ji ber ku çiqasî tu dem ji xwe re vediqetîne, ewqasî jî ezezî di civakê de pêşdikeve.
Niha eger em wek jinên ciwan li vê meseleyê binêrin, emê bibînin ku îro ewqas jinên ciwan hene ên ku jiyana xwe bidawî dikin, ji mal direvin, xwe ji jiyana malbatê qut dikin û herî xerab xwe berdidin destê baviksalaran û dibin koleyên wan û hwd. Ev hemû em wek lêgerîna derketinê pênase dikin. Îro pergal hemû zext û tundiya xwe yekemîn li ser jinê û duyemîn bi giştî li ser ciwanan pêş dixîne. Û dema tu her du nasnameyan di xwe de dihewîne, him ciwan him jin be hîn zexmettir dibe. Ji ber ku jinên ciwan difikrin ku ti kes ji wan û jiyana wan famnakin, hê bêtir di têgeha Ez-Dem ango “Me-Time” de winda dibin. Bi tevî ku herî zêde pêwîstiya jinên ciwan bi civak û civakbuyinê ve heye, herî zêde jinên ciwan ji vê hawidorê direvin.
Hêza civakî hêza dîjîtal derbas dike
Em dikarin bi kurtî bibêjin, teknîk pêşket, jêhatîbûna mirov paşket. Dîjîtal pêşket, civakbuyin paşket. Îro Rêberê gelên bindest Rêber APO dibêje “hêza mirov ji teknîk zêdetir e. Dibêje teknîka herî mezin însan bi xwe ye. Îro gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê jî vê îspat dikin: Hêza însan hêza teknîk derbas kiriye. Lê pêwîstiya civakê fikrandinê ve heye, ew jî pêşbikeve ku dîsa jiyana civakî pêşbikeve. Têkoşîna herî bi encam têkoşîna ku kolektîf a bi fikr û hêstên komînal ve tên meşandinê ye. Raste aliyê pêşketina teknîk ên erenî hene, lê aliyên wê yên neyinî ya ku civakekî teknîkî, sar, necivakî, ezez û takekes ava dikin jî zêde ye. Çiqasî em fikrandina kolektîf pêşbixin ewqasî jî civakbûn dîsa şîn bibe.
Eger ku em dîsa ji civatekê bi çay vexwarinê ve bigire heta ji bîranînan kêfxweş nebin, heta hingê jî armanca dijmin bi ser dikeve û di peşarojê de jî şûna mirovan wê robot hebin. Eger em bi pêşaroja xwe bifikrin û em bixwazin nirxên civakê bidin jiyîn, wê çaxe pêwîste em mêjiyê xwe ji teknîkê qut bikin û baweriya xwe bînin ku hêza mirovan ji hêza teknîk xurttir e.
Çavkanî: Kovara Xwebûn