NAVENDA NÛÇEYAN- Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navenda tevgerê ya li bajarê Holê kom bûn. Endamê rêveberiya tevgerê Husam El Hisên li ser navê tevgerê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de êriş û komployên li dijî herêmê û hewldanên derxistina fitneyê hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şêniyên Dêrazorê yên li pêşiya komployan bûn bendeke asê, hatin silavkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Em planên sîstematîk ên Sûriye û Îranê yên derbekirina rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li herêmên Dêrezorê şermezar dikin. Em gelê Dêrezorê jî silav dikin ku planên dijmin yên ji bo projeya Rêveberiya Xweser bûne mertalek bênavber e.
Kiryarên milîs û kirêgirtiyên ku xwe bi “Parastina Niştimanî” bi nav dikin, bûne metirsiyek li ser jiyana sivîlên bêparastin, di heman demê de belavkirina madeyên hişber, xapandina girûpa ciwanan, û bikaranîna wan ji bo belavkirina hizra mezhebî ya Şîe. Hin hewl dide ku gelên herêmê li dijî projeya neteweya demokratîk derp bike û bi çandina tovên teror û gendeliyê, aramiyê têk bibe.
Rola eşîran jî di rakirina vê nakokiyê û vemirandina agirê wê de diyar û diyar bû. Dîrok vê helwesta birûmet a êl û gelên herêmê ku me berê dizanîbû îspat dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûnertiya me, hemû pêkhate û eşîran dike û yekemîn mertala parastina civaka sivîl e. Em weke tevgereke şoreşger amadehiya xwe ya tevahî li pişt Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hişyarî û amadetiya xwe ji bo pûçkirina her proje û planên êrîşkar ên xerab ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya neteweya demokratîk radigihînin.
Silav û rêz Şoreşgerî”
Di dawiyê de şehîdên li hember êrişan li ber xwe dane, hatin bibîranîn.