BEHDÎNAN- Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku ev demeke perwerdeyê dibînin, bi merasîmekê de soza xwe dan û cihê xwe di nava refên gerîla de girtin.
Merasîm bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê ciwanên Kurd, Ereb û gelên din daxuyanî dan. Gerîlayên nû 15’ê Tebaxê 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li Rêber APO û gelê Kurd yê welatparêz pîroz kirin û gotin, “Bi pêngava 15’ê Tebaxê ya di pêşengiya Rêber Apo û fermandarê efsanewî rêheval Egîd de, gava ku hat avêtin berî ku gelê Kurd mîna çarenûsekê bişewite, Kurd ji nû ve zindî bû. Rêheval Egîd nûnertiya îdeolojiya Rêber Apo û ruhê berxwedanê yê Mazlûm, Ferhat, Kemal, Mehmet Xeyrî û Sara dikir.
Koma ciwanan a Kurd û enternasyonalîst da zanîn ku bi vê pêngava Rêber APO tola bi hezaran salan a li ser bingehê îdeolojîk hiltîne û gotin, “Ji ber vê yekê ev tolhildana mezin di 15’ê Tebaxê de pêk hat.” Gerîlayan diyar kirin ku di 15’ê Tebaxê de jî êrîş li zîhniyeta serdest a mêr hatiye kirin û ev yek ji aliyê Sara, Bêrîtan û Zîlan ve hatiye temsîlkirin û gotin: “Partiya me PKK beriya her tiştî partiya jinê ye. Ji bo vê jî divê jinên ciwan piştgiriyê bidin Rêber Apo û PKK’ê û berê xwe bidin ser çiyayên azad.”
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em komek jin û xortên Kurd û Enternasyonal ji bo pêkanîna vê erka pîroz hatin çiyayên Kurdistanê û di 40. salvegera vejînê de me perwerdeya xwe bi dawî kir û tevlî gerîla bûn . Banga me ji bo hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê ye ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin.”