ŞEHBA- Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Botan Efrîn (Ebdilrehman Ehmed) û şehîd Behdîna Efrîn (Mihemed Tenbel) di 12’ê Tebaxê de, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê do cenazeyên şehîd Botan û Behdîna Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê ve bi rê ketin.
Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Sûreye Hebeş sersaxî da malbatên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê û got: “Berxwedana gelê me divê xurtir be, da ku em li hemberî dijmin şer bikin. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê mezin bikin. Bila dijmin bizane ku em ji Şehbayê dernakevin, heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li vir tê bikoşîn.”
Sûrerye wiha axaftina xwe berdewam kir: “HRE’yê zarokên me ne û Efrîn ya efriniyan e.”
Sûreye di dawiya axaftina xwe soza şopandina riya şehîdan dan.
Her wiha endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welîd Dingilî axivî û wiha got: ” Şehîdên me di oxira parastina ax û gelê xwe de canê xwe feda kir. Efrîn dike hawar û bang li şervanên xwe dike. Em ê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û bi saya têkoşîn û berxwedana gelê Efrînê û HRE’yê a di çeperên şer de Efrînê di demek nêz de rizgar bikin.”
Piştre wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi siloganên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hat veşartin.