NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 40’emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Hesekê û Reqqa çalakiyên cuda li dar xistin.
Hesekê
Pîrozbahîya Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi pêşengiya rêheval Egîd li dijî dijmin hate lidarxistin û rê li ber gerîlatiyê vekir, li tevahiya Kurdistanê bi coş destpê kir. Li bajarê Hesekê yê Rojava, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi kerwanekî li navenda bajêr çalakiyek bi armanca pîrozkirina 15’ê Tebaxê li dar xistin.
Di çalakiya ku bi sedan ciwan lê amade bûn de, alên PKK’ê û posterên Rêber APO, alên TCŞ û YJC’ê ji aliyê ciwan û jinên ciwan ve hatin rakirin.
Meşa ku li ber navenda TCŞ’ê destpê kir, li bajêr demeke dirêj dewam kir. Ciwanan bi dirûşmeyên Bijî 15’ê Tebax’ê, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Serok APO çalakî bi dawî kirin.
Reqqa
Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Meclisa Gel a Xeta Xerbî, xelkê bajarokê Selhebiyê, meclis, komîn û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê di çalakiya Pêngava 15ˊê Tebaxê de amade bûn.
Di çalakiyê de hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqqa Letîfe El Hesen bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em îro vê şahiyê bi boneya Pêngava 15ˊê Tebaxê li dar dixin. Şehîd Egîd di 1984ˊan de pêngav îlan kiriye û Rêber APO jî li ser pêngavê got pêngava rizgarkirina gelan e.”
Çalakî bi pêşkêşkirina şanoyekê ji hêla koma Şehîd Avêsta li ser gerîlayan dewam kir.
Çalakî bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser şehîd Egîd bi dawî bû.