MINBIÇ- Bajarê Minbicê 8 sal berê îro ji aliyê şervanên Kurd û Ereb ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di ser rizgarkirina bajarê Minbicê re 8 sal derbas bûn. Ciwan û gel hê jî mîna roja ewil a bajar hatiye rizgarkirin coş û moralê xwe diparêzin.
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê şahiyekî bi meşa seyareyan li dar xist. Konvoy (meşa seyare) ji ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê destpê kir û li hemû rê û kolanên navenda bajêr geriyan.
Di rê de ciwanan bi pankartên Rêber APO û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger di destên xwe de û bi dirûşmeyan gel jî tevlî nava şahiya pîrozbahiyê kirin.
Ciwan piştî gerên dirêj nav bajar de çalakiya xwe bi govendê temam kir.