QAMIŞLO-Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xistin.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan li ber navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo kom bûn û bi alên PKK, HPG, YJA-STAR û wêneyên şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) bi coşeke mezin dest bi çalakiya xwe ya meşa seyare kirin.
Ciwanên ku li kolanên Qamişlo geriyan bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî 15 Tebaxê” berz kirin.
Dema konvoy gihişt navenda Ciwanan (Medîne Şebab), ji aliyê ciwanan ve bi dirûşmeyan fîşekên hewayî hatin avêtin.
Piştre ciwanan li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi dirûşmeyên “Bijî 15 Tebaxê”, “Bijî Berxwedena Gerîla”, “Bijî Serok APO” bi coşeke mezin 15’ê Tebaxê pîroz kirin