NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH (Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan) bi wesîleya salvegera 40. a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Bursa/Demirtaşpaşa Mah. ‘Navenda Karsaziya Tezeller’ a li ser Kolana Kibrîs Şehîtlerî ye ku gelek malzemeyên buroyê yên faşîstekî AKP’ê lê hatin dîtin hat ragihandin ku, di 8’ê Tebaxê de ji aliyê Milîsên HBDH’ê Mahsum Korkmaz ve hatiye şewitandin.
HBDH’ê diyar kir ku di encama çalakiyan wan de xisareke mezin gihiştiye navenda kar.
Daxuyanî wiha ye:
8’ê Tebaxê Bursa/Demirtaşpaşa Mah. ‘Navenda Karsaziya Tezeller’ a li Kolana Kibrîs Şehîtlerî bû hedefa Milîsên HBDH’ê Mahsum Korkmaz.
Camên navendê a ku gelek malzemeyên buroyê tê de bûn û hate diyarkirin ku aîdî kesekî faşîst yê AKP’ê ye, ji aliyê milîsên me ve hatin şikandin û şewitandin. Di encama çalakiyê de li navenda kargehê xisareke mezin hate tespîtkirin.
Bi vê çalakiyê em fermandarê nemir Mahsum Korkmaz û hevrêyên wî bi bîr tînin, Cejna Vejînê pîroz dikin û hemû komên faşîst û hevkar hişyar dikin.
Heya êrîşên dewleta Tirk a faşîst a qirker li dijî gerîlayên me yên li çiyayan ji bo azadiyê têdikoşin bisekne û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistan bi dawî bibe em ê li metropolan ji faşîzmê hesabê xwe bipirsin.
Îro jî li ser şopa fermandar Egît em ê li kêleka gerîlayên ku bi fedakarî li dijî dagirkeriyê têdikoşin, em ê gulebarankirina dijminê faşîst û hemû alîgirên wê bidomînin. Em ê bi ruhê berxwedanê yê Pêngava 15’ê Tebaxê ji dijmin li çiya û bajaran hesab bipirsin.
Li ser vê bingehê em bang li her kesî, bi taybetî jî ciwanan dikin ku li dijî faşîzmê bisekinin û di nava refên Mîlîsên HBDH de bibin yek!
Bijî HBDH!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî!
Bijî Pêngava 15ê Tebaxê! Bijî Pêngava 15’ê Tebaxê!