NAVENDA NÛÇEYAN – Xwepêşandanên KNPB’ê (Tevgera Rizgariya Rojavayê Papua) yên li dijî dagirkirina derqanûnî ya Papûayê ya Endonezyayê ya di çarçoveya Peymana New Yorkê de zêde dibin.
Li xaka Papûaya Rojava ya ji aliyê dewleta Endonezyayê ve hatiye dagirkirin, di 13’ê Tebaxê de lîderê neteweyî yê Papûaya Rojava Omikzon Balingga û zêdeyî 60 aktîvîstên KNPB’ê ji aliyê polîsên Endonezyayê ve hatin binçavkirin û piştre birin navenda polîsan.
Bi dehan kes bi hinceta ku li dijî ‘Peymana New York’ê’ ya ku di navbera her du dewletên kolonyalîst Endonezya û Hollanda de der barê rewşa siyasî ya Papûaya Rojava de hatiye îmzekirin, belavok belav dikin hatin girtin.
Piştî binçavkirinan li gelek deverên Papûaya Rojava xwepêşandan derketin. Dema ku di destpêkê de armanca xwepêşanan azadkirina çalakvanên girtî bû, niha raya giştî diyar dike ku armanc têkbirina dagirkeriya Endonezyayê ye.
Çalakvan ji aliyê polîs û leşkerên Endonezyayê ve hatin girtin.