ŞENGAL- Ciwanên Şengale û gundên derdor bi boneya salvegera 40. a pengava 15ê Tebaxê çalakî li darxistin. Ciwan ser wate û girîngiya 15 Tebaxê li ser çiyayê Şengal civînekê li darxistin û li gundê Dohola belgefilma ku ser çalakiyên gerîlayên azadiyê hatibû amadekirin hat tameşekirin.
Di civîna ku li ser çiyayên Şengalê hat li darxistin de ciwan di nirxandinên xwe de anîn ser ziman ku ger pengava 15ê Tebaxê nebûna civaka Êzidî di fermana 03.08.2014 de tunebûna ji ber ku ya ku bû vesile arteşekî ewqas mezin ya fedaiyan were avakirin ev pêngav bû. Ew anîn ser ziman ku hebuna xwe deyndare pengava 15’ê Tebax in.
Weke din ciwanên Ezîdî Mam Zeki jî û şehîdên qetlîama Tilazer di salvegera xwe de bi bîranin. Ciwanên Êzidî şehadeta Mam Zeki ji bo civaka xwe weke ferman nirxandin û diyar kirin kû weke ciwanên civaka Ezidî xwedi Mamê xwe derkevin. Ciwan berdewamiya bernameya xwe de berxwedaniya bêhempa ya Zap Avaşin û Metina nirxandin û stran û govendên gerilla girtin.