NAVENDA NÛÇEYAN-
Dahûrandinên Rêber APO di derbarê 15’ê Tebax’ê de
“DI TÊKOŞÎNA ME YA RIZGARIYA NETEWÎ DE CIHÊ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ”
Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet, navê rastiyeke wisa ye; qanûna ku heya îro berdewam kiriye, vê carê hatiye berovajîkirin, di riya serkeftina mezin de li berxwedan, di dîroka me de careke din aliyên neyînî dubare nekirinê ye. Di heman demê de Pêngava 15 Tebaxê, berhema şikilgirtina pratîkeke kedeke awarte ye. Di dema pêş de dema kesên ev pêvajo amade kirine û afirandine bîranînên wan werin komkirin, hewldana pratîk, wêrekî û fedekariya ku ji bo vê kedê hatiye raberkirin ê bi awayekî hûrgulî (detay) derkeve holê. Lê eger em bixwazin bi hevokeke tenê bi lêv bikin, 15’ê Tebaxê di dîroka me ya berxwedanê de di heman demê de wek lehengiyeke kedê derbas bibe.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, li erdnîgariya welatê me, li nêvenga Kurdistanê ku ji aliyê taybetmendiyan ve di mercên herî zahmet û paşvemayî de, heta tu bêjî ji zanabûnê bê par e, bi derbaskirina çiyayên bilind, bi rojan birçî mayîn, bi meşa bi mehan, bi propagandayeke pir zêde bi kar anînê hatiye li darxistin. Ji bo yên ku xwe nas nakin, dîroka xwe nas nakin, serdema xwe nas nakin, ji bo ku em netew, civak, rastiya xwe û têkoşîna xwe bi wan bidin nas kirin, ji bo ku em bikaribin wan bixin nav şerê wan, meşeke mezin hatiye li darxistin û li seranseriya welat gerîn çêbûye, sînor, astengiyên erdnîgarî û yên eşîrî yek bi yek hatine derbaskirin. Di vê wateyê de mirov dikare bêje ku, li dijî zahmetiyên pir mezin yên madî û manewî yên vê qadê, bi meşandina şerekî mezin, pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê hatiye afrandin; bi taybetî vê pêngavê di mercên ku reformîzma burjûwa piçûk, hewl didan bi feraseta xwe ya bê eslbûnê ya jiyana rihet nav refên şoreşgerî têk bibin, şîara ‘nirxa herî bi rûmet ked e’ bi awayekî herî bijarte piştrast kiriye.
Qadro û sempatîzanên PKK’ê, di şerê li hemberî hemû paşverû û zahmetiyên xwezayê de, di destpêkê de ev zahmetî hemû jidil pejirandine, mînakeke berxwanê ya mezin ku, ji sebr, ji fedekarî û ji wêrekiyê pêk hatiye nîşan dane, dema pêwîst bûye bi bawerî û fedakariyê jiyana xwe danîne holê, di çavê gelê me de, bi baweriya bi wan heyî û fedakariya xwe, asteke destnedanê dane avakirin. Vaye pêngava 15’ê Tebaxê ku li ser bingeha kedeke wisa pêk hatiye, bi awayekî xwezayî li ser civakê bandoreke mezin kiriye û rayên xwe berdane nav gel. Lê belê burjûwaziya tirk ku taybetmenyên vê pêngavê yên rastî nedîtine, tevger şibandiye berxwedanên dîroka me ya nêz, ya Seyîd Riza û Şêx Seîd yên ji amadekariyên diyar bê par û serhildaneke ji ber xwe ve, û kiriye qîrewîr û bang kiriye: .“Hovan, eşqiyayan serî hilda, paşverû ji tirbê rabûn.” Zirnevanên wan ên di nav çepgiran de, di serî de Ecewît, bi van axaftinên xwe, “pirpitandinên feodal ên dawî” tevlî wan bûn. Nokerên xayîn ên reformîst ên navxweyî yên ketibûn kirasê çêlîkên çilêçilê, ev çalakiyên ku kesekî li pêşberî gelê xwe (ku ev kurd in jî bi guman e) û li pêşberî nirxên netewî yên gelê xwe , xwediyê girêdaneke herî piçûk e jî dê li hemberî van çalakiyan rêz bigire, li dijî van çalakiyên ku nirxên netewa gelê kurd ku se’et bi se’et mezin dike û digihîna raya cîhanê, wek taviyên xwe ji ezmanan berdidin xwar ketin êrîşê.
Gelek feraset û kesên paşverû ji nû ve serî hildan. Wisa fêm kirin ku ê bi rêbazên kevn serkut (bastırmak) bikin, wiha bi mehan berdewam kirin, manşet li ser manşetê, nûçe li ser nûçeyan weşandin. “Me eşqiya tengav kirin, di çiyayê Herekolê de hatine dorpêçkirin, temenê wan 72 saet mane. Li ber qedandinê ne, li ber radestbûnê ne…” 72 se’etan cihê xwe ji mehan re, mehan cihê xwe ji salan re hiştin. Encam; ruxmî zivistana bê rehm a pêncî salên dawî, hema bêje ev alîkarê herî mezin ê şerê taybet, berxwedan neşkest, her ku çû hê mezintir bû. Tam berovajî vê ya ku bûye; ji Qersê heya Dîlokê, ji Dêsimê heya Colemêrgê, bi berfirehî zêdebûneke ku di dîroka KT de nehatiye dîtin, di ser 100 re êrîşên li ser qereqolan çêbûne, di ser 1000 re ajan, êşkencekar, serbaz û polîs hatine sezakirin, tenê yek bajar û navçeyek nemaye ku xwîn lê nehatiye rijandin, li ser bingeha ku xaka welat bi xwîna şehîdên bêhempa hatiye avdan, di nava vê salê de destaneke bêhemta hatiye nivîsandin.
Di sala dawî de berxwedana PKK’ê ya bi rûmet bi derxistina lûtkeyê, li beranberî dost û dijmin bi awayekî herî merdane nûneriya wê hatiye kirin. Ev rastiyên mezin in, biesl in, ev rastiyên pîroz in ku ji aliyê dost û dijmin ve rêz were girtin. Ev rastiyeke wisa ye ku KT jî neçar maye bipejirîne, li hemberî şerê taybet ê ku xwe ferz kiriye, rastiya berxwedana pîroz a ku gel Kurdistanê bilind kirî ye. Berxwedana 15’ê Tebaxê têk neçû. Her ku çû bi zêdebûnê berdewam kir. Ev bûyereke mezin e. Di vê pêvajoya ku em meha tîrmehê li pey xwe dihêlin û nêzî 15’ê Tebaxê dibin de, meha tîrmehê bûye şahid ku bi azweriya jiyanê ya gelê me ku di berxwedanên bi esl ên Xeyrî, Kemal, Akif û ‘Eliyan de şênber bûye, ziviriye hesabpirsîneke mezin, li seranserî Kurdistanê wek ku dijmin nikaribe dengê xwe derxîne, dijmin bêdeng kiriye.
Salvegera 15’ê Tebaxê ya yekemîn, di rewşeke wiha herî lewaz de dibe zimanê gelê me yê neyê birîn û berxwedaneke her ku diçe mezin dibe, bi heybet tê pêşwazîkirin. Di dîroka Kurdistanê de ev cara yekemîn ku berxwedanek nayê serkutkirin, her ku diçe şax dide, kûr û berfirehtir dibe. Rastiya ku hêviyên mezin diafirîne, dihêle awir bizivire ser gelek tiştan, li ser hizir û helwest bi awayekî pir zêde bi bandor e, ji vir û şûnde jî bi misogerî bandora xwe bike ev e. Rastiya ku vekiriye, bi qasî tu demogok nikaribe ser binixumîne ev e. Em giradayî soza xwe man, me zanî ku em bi soza xwe ve girêdayî bimînin û me ev hemû pêşketin afirandin. Dibe ku kadroyên me yên leheng, li her deverê welêt weke sipîndarekê bikevin ser vê xakê, lê xwîna tê rijandin pir bi mane ye û divê pêwîstiyên wê were anîn cih. Ev bedelên ji nû ve netewbûn û xwe gihandina me ya azadiyê ne ku diviyabû ji hezar salî vir de bihatana dayin. Em ê hê zêde xwînê birêjînin û em ê bi gumana ku ‘em şaşitî dikin, dibe ku em bi bin bikevin’, helwesteke tirsonek pêş nexin. Berovajiya vê, em îlan dikin ku tenê yek şehîdê/a me jî sedema serkeftina me ye û weke vê, şehîdên me yên berxwedanê ku îro hejmara wan li 500’î derbas dibe, xelateke wan jî heye ku pişrast dikin êdî serkeftin ne dûr e.
Rastiyên wan ên mezin û kûr hene ku fêrî kesên ku bi gel ve girêdayî ne dikin. Di serûbinbûna Kurdistanê de di nêvenga qet ne li gorî mirovahiyê ye û her roj her saet mirov dibeacîne ev berxwedana ku jê bêhna lehengiyê tê, cewhera herî kûr a nirxên werin jiyîn û werin jiyandin e. Ew berxwedaneke wisa ya mezin e ku ruhên me geş dike, dilên me hênik dike. Bi kurtahî, ew, mizgîniya ku çarenûsa xirab a gelê me hatiye hilweşandine. Dema ku PKK’ê ev berxwedan pêş xistiye, rast e ku bi tena serê xwe û bi amadekariyeke pir bisînor tevger kiriye. Lê ma ev tiştekî diguhere? Eger dozek mafdar be, ma ne eşkere ye ku di destpêkê de ya diyarker e ne hejmar û amadekariyên teknîkî ne? Ma di dîrokê de her doza mezin û bi esil, di destpêkê de bi amadekariyeke herî kêm û ji aliyê çendek kesan ve nehatiye destpêkirin? Li ber çavan e ku berxwedana PKK’ê bi vê sînordar jî nemaye, hê ji niha ve bûye malê milyonan.
Bi ser de jî ruxmî ku li beranberî teknolojiya herî bilind a dijmin û di bin dorpêça du artêş, ji zêdetirî 40 hezarî komandoyên taybet û yekîneyên helîkopteran de, ev salek e ku berxwedan her diçe berfireh dibe, kûr dibe û beşên civakî yên hê berfireh digire nava xwe. Belê di vê pêvajoya berxwedana salekê de bi awayekî eşkere hatiye raberkirin ku ev hêza berxwedanê çawa pêş ketiye, dê çawa bi pêş bikeve, teknolojiyeke mezin a pêşketî û awantaja di aliyê hejmar de ku pişta xwe daye neheqiyê dê çawa bêçare û ecz bimîne.
Dersa ji vê derê were derxistin ew e ku kesên li dozên mafdar ên gelên me ji dil û can bawer dikin, pêwîst e li pêşberî Pêngava 15’ê Tebaxê, duristî û raseriya (objektîf) objektîf fikirîn û objektîf tevgerînê nîşan bidin. Divê dîrokên berxwedanê yên gelê Tirk û gelê Kurd rast were fêmkirin û bê destekirin, aliyên wan ên pêwîst mezinkirin were silavkirin.
Bijî Çalakiya 15’ê Tebaxê Ya Bi Heybet!
Bîranîna Yên Pêngava 15’ê Tebaxê Li Dar Xistine Bêmirin E û Di Wan Bîranînan De Serkeftin Ji Her Tim Nêzîktir E!
*Rêber APO- Gulana 1986’an