Winterthur- Endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) 40. Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya ciwanan û bi beşdariya gelê welatparêz ên Kurdistanê pîroz kirin. Endamên TCŞ’ê di pîrozbahiyê de berxwedana gerîla silav kirin û piştî deqeyek rêzgirtinê ev daxuyanî dan.
“15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurdistanê bû. Gerîlaya azadiya Kurdistanê di vê vejînê de berxwedana herî mezin a 40 salên dawî dide. Li dijî xiyaneta malbata Berzanî ya ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin didomînin. Weke ku hûn jî dizanin dewleta Tirk a dagirker her sal dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û her sal bi planên cuda planên dagirkirina her parçeyekî Kurdistanê li dar dixe û roj bi roj xiyaneta xwe li ser axa Kurdistanê zêde dike. Banga me ev e: Malbata Barzanî, li dijî xiyanet û gefên li ser gelê Kurd bersiva dijmin û xiyanetkaran, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Berxwedana wan bersiva herî mezin a faşîstan e.
“Em ê dengê berxwedana gerîlayên xwe li ku derê bin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Ciwanên ku êrîşên hikûmetê yên li metropolên Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê qebûl nekirin, piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî PKK”, Bimrê Xiyanet” û cilên herêmî û bi govendan çalakiya xwe bi dawi kiri.