HESEKÊ- Li bajarê Hesekê bi heman boneyê şahî li Parka Serdem bi beşdariya xelkê Hesekê, Şedadê û Holê hat lidarxistin.
Di şahiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Şervan Zîlan axivî û got: “Tevgera azadiyê bi ciwanên şoreşger dest pê kir û bi şehadeta Hakî Kerar ev tevger hat damezrandin. Bi berxwdana girtîgeha Amedî hêzên me hatin avakirin. Di 15ˊê Tebaxê de fîşeka yekemîn hat avêtin û bi wê re têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriya Tirk hat îlankirin.”
Şervan Zîlan wiha domand: “Pêngava 15ˊê Tebaxê ji bo Kurdan roja vejînê bû. Ji wê dîrokê ve gelê Kurd ji bo azadiya xwe tê dikoşe. Fîşeka yekemîn ku şehîd Egîd avêtiye Kurd şiyar kir û îro sekna me ya li vir, berhema wê ye û şervanên azadiyê berhema wê ne.”
Dûre komên hunerî stranên xwe pêşkêş kirin. Di şahiyê de ev kom beşdar bûn; koma şehîd Zelal a stranan, koma Şehîd Hogir. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê helbestên gotin.
Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.