QAMŞLO- Şêniyên Qamişlo bi coş û tevlîbûneke xurt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Şahiya pîrozbahiyê li Parka Azadiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê piştî ku daqeyek rêz hat giritin, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Di çarçoveya bernameyê de peyama Rêber APO der barê Pêngava 15ˊê Tebaxê de bi sînevîzyonekê hat pêşkêşkirin. Komên mûzîkê girêdayî TEV-ÇAND’ê (Koma Serhad, Koma Serdem û Koma Botan) hunermend Sîpan Xelat û hunermed Sumeya Mihemed stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, alên KCK’ê hatin bilindkirin.
Girseya pîrozbahiyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can bi Xwîn Em bi te re ne Ey Serok” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê heya derengiya şevê dom kir.