NAVENDA NÛÇEYAN- 15ˊê Tebaxê salvegera têkoşîna çekdarî ya bi pêşengiya fermandar şehîd Egîd ˊMashûm Korkmazˊ e ku PKKˊê di 1984ˊan de li dijî dewleta Tirk a dagirker îlan kiriye. Ew pêngav di dîroka gelê Kurd de destpêka têkoşîna çekdarî û pêxistina rêbazên şer li qada Kurdistanê ji hêla tevgera azadiya Kurdistanê bû. Bi wesîleya pîrozkirina Cejna 15’ê Tebax’ê li Reqa û Dêrazorê şahî pêkhatin.
REQA
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê bi diruşma ˊBi rihê 15ˊê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikinˊ bi beşdariya xelkê kantona Reqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclis û Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Feyroz Xelîl axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê, pêngava rizgarkirina gelên bindest e, di serî de gelê Kurd e. Ji lew re dijmin nikare azadî û nasnameya me biçewisîne û vîna me têk bibe. Ji ber ku şoreşa pêngavê hîna dewam dike.”
Her wiha koma Şehîd Avêsta şanoyek li ser tirsa dagirkeriya Tirk ji hêzên gerîla û fedakariyên hêzên gerîla di oxira azadiyê de û azadiya Kurdistanê de bi dest xistine, pêşkêş kir. çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
DÊRAZOR
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê çalakiyek li dar xist. Di destpêkê de sînevîzyona li ser şehîd Egîd û Pêngava 15’ê Tebaxê hate pêşandan. Beriya konserê ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.
Piştre di axaftina destpêkê de salvegera 15’ê Tebaxê ku li dijî dijmin ji bo azadiya gelan dest bi têkoşîna çekdarî dike, hate bibîrxistin. Yekemîn guleya ku ji tivinga Şehîd Mahsûm Korkmaz hat avêtin bû destpêka şoreşê, projeya azadiya gelan, projeya neteweya demokratîk.” Piştî daxûyaniyê ciwan bi agir 15’ê Tebax’ê nivîsandin û derdor wê dilan gerandin.