NAVENDA NUÇEYAN- Yekîneya Bersivdanê ya YPS JIN a Şehîd Benda Amed ragihand ku li Stenbolê otobuseke ‘kesekî faşîst’ şewitandiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yekîneya me ya bersivdanê 14’ê Tebaxa 2024’an nîvê şevê li taxa Sancak Tepe ya Arnavûtkoy a Stenbolê otobuseke mezin a kesekî faşîst şewitand.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her çalakiya ew li dijî faşîzmê bikin ji bo azadî û hebûna wan e û hate gotin, “Bi ruhê cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê em ê her tiştên dijminê faşîst û piştevanê wan tespît bikin û lê bidin.”