NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan çalakiyên xwe yên ji bo silavkirina 40’emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê didomîne.
HBDH’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku 14’ê Tebaxê serê sibê saet di 07.00’an de li navçeya Kemer a Antalyayê ji aliyê Milîsên Botan Başkale ve li navçeya Kemer a Antalyayê keştiya turîst a bi navê Hîlal Ay a Silêman Aydinişik hatiye şewitandin. 14’ê Tebaxê bi şev saet di 02.00’an de li taxa Efeler a Aydinê OSB hat şewitandin.