BEHDÎNAN- HPG daxuyanîyekî nivîskî ve salvegera 21’emîn a şehadeta wî de Fermandar Erdal bibîranî û agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de parvekir.
HPG ji bo Fermandarê Nemir Erdal (Engîn Sîncar) de wuha got “Em rêheval Erdal di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin ku em ê bîranîna wî zindî bihêlin, bigihêjin armancên wî, azweriya herî mezin a rêheval Erdal, gerîlatiya profesyonel a bi taktîkan dewlemendtir û di hunera şer de xwedî derbikevin”
Di heman demê ragihand ku çalakiyên ku gerîlayê azadiyê li Heremên Parastina Medyayê pêkanîne de 2 mobesse û 1 projektor hat îmhakirin û 1 kepçe jî hat derpkirin.
Daxuyanîya HPG bi vî rengî ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Em rêheval Fermandar Erdal (Engîn Sîncer) di 21. salvegera şehadeta wî de bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Rêheval Erdal lawekî leheng ê gelê me yê Mereşê bû ku ji Ewropayê derbasî Kurdistanê bû û perwerdeya xwe ya despêkê li cem Rêber Apo dît. Li ser şopa fermandarê me yê mezin rêheval Egîd li çiyayên Botanê ku tev lê bû, ji şervanan heta fermandariya manga, taxim, bolûk û eyaletê, li gelek herêman bi taybet li Gabarê di hemû qadan de peywir girt. Hevrê Erdal, fermandarekî ARGK’ê yê serkeftî, ji leşkerî heta siyasî, ji qada civakî heta dîplomasiyê hemû erkên xwe bi cih anî. Yek ji fermandarên pêşeng ên avakirin, pisporkirin û pêvajoya pêşkeftina Hêzên Parastina Gel (HPG) bû.
Rêheval Erdal ê ku navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de û di bîranîna gelê Kurd ê welatparêz de weke “Şoreşgerê mafê jiyanê dide” xêz kir, di her kêliya ku jiyaye de mamosteyekî hoste ye û heta niha jî bi rêya xwe me bi rê ve dibe, şehadet û mîrasa dewlemend a têkoşînê ku li pey xwe hiştiye. Em rêheval Erdal di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin, em soz didin ku em ê bîranîna wî zindî bihêlin, bigihêjin armancên wî, azweriya herî mezin a rêheval Erdal, gerîlatiya profesyonel a bi taktîkan dewlemendtir û di hunera şer de xwedî derbikevin.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Metîna;
🔸 14’ê Tebaxê saet 09:15’an de li herêma Berxwedana Serê Metîna dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin û 1 kepçe hate derpkirin
🔸 Di 15’ê Tebaxê de li herêma Berxwedana Golka, dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
2. Herêma Xakurkê;
🔸 14’ê Tebaxê saet 07:30 û 08:00’an de li herêma Girê Koordîne, dagirker bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
3. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 14’ê Tebaxê saet 16:27’an de, dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
🔸 15’ê Tebaxê saet 13:07’an de dagirkerên Girê Amediyê û Herêmên Berxwedanê yên Sergelê bi çekên giran û taktîkên sûîqestê hemwext bûne hedef û gulebaran kirin. Di vê çalakiya hemwext de 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin.
🔸 17’ê Tebaxê saet 03:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM dagirker bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 1 kamera mobesse û 1 projektor hatin rûxandin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 14, 15 û 16’ê Tebaxê de tûnelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 6 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
🔸Di 16’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Amediyê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 14, 15 û 16’ê Tebaxê de herêmên Sinînê, Şehîd Şerîf, Berbizina, Kendekola yên herêma Xakurkê 11 caran, Herêmên Sêdarê, Çemrobotkî, ê Metîna, Berxwedanê ya Dergelê 4 caran, herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 4 caran qada Berxwedanê ya Girê Bahar; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 28 caran hatiye bombekirin.
🔸 Di 14, 15 û 16’ê Tebaxê de qadên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê, Herêmên Berxwedana Serê Metîna û Dergelê yên herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
17 Tebax 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê