KASSEL- Îro li bajarê Kassel ê Elmanyayê, TCŞ’ê bi pêşengiya Kasselê pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Ciwanan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê bal kişandin ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê û piştre li peyama dawî ya Mûrat Karayilan temaşe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedanan Gerîla” hatin qîrîn.
Çalakî bi meşê berdewam kir. Meş bi beşdariya gelê Kurdistanê yê welatparêz pêk hat. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre meşê berdewam kir. Her tim dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedanan Gerîla” hatin qîrîn.
Çalakiya dawî li Rebstockparkê bi govendê bi dawî bû.